Zarokên windabuyî yên Helebceyî, pêwîste êdî serî li nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Tahranê bidin. Piştî wê jî wê belgeyên wan radestî Wezareta Karên Derve ya Îranê wer kirin. Di encama lêkolînan de ger rastbe ew kes zarokê windabuyî yê Helebce ye wê bişînin Helebce. Li Herêma Kurdistanê jî ji bo dîtina malbata wî kesê lêkolên wê bê destpê kirin.

Di 16’ê Adara sala 1988’an de di dema kîmyabaran Helebce de, di nexweşxwane û bajarên cuda yên İranê de bi dehan zarok winda bûn. Gelek kes serlêdana aliyên peywendîdar dikirin û diyar dikin ku ew zarokên windabûyî yên Helebcene. Despêkê her kesê ku iddida dikir ew zarokê windabuyî yê Helebce, ji aliyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ve ji bo dîtina malbata wî lêkolîn dihat kirin.

Lê êdî biryarek din li ser vê yekê derket. Divê herkesê ku bêje ew zarokê windabuyî yê Helebce ye, serî li nûnertiya Herêma Kurdistan ya li Îranê bike.

Li gorî vê dema ku serlêdan kir û belgeyên xwe radestî nûnertiyê kir, wê ji wir jî ew belge hemu radestî nûnertiya Wezareta Derve ya Îranê were kirin. Li gorî belgeyan wê lêkolîn were kirin, ger encamek derket wê ew kes vegere Helebce û li Herêma Kurdistanê jî ji bo dîtina malbatê lêkolîn were kirin.

Serokê Komelaya Qurbaniyên Kîmyabarana Helebce Loqman Ebdulqadir di derbarê vê mijarê de ji RojNews re axivî û got: “Di serdana me ya dawî a Îranê de, me bi hinek kesên ku iddia dikirin ku ew zarokên windabûyî yên Helebcene re peywendî çêkir. Me ji bo vê yekê daxwaz ji nûnertiya Herêma Kurdistanê a Tahranê kir daku li ser vê yekê lêkolîn bide derstpêkirin. Nunertiyê jî ji bo me got ku çi zarokê ku windabuyê Helebce be, divê hemu belgeyên wî radestî wan bê kirin. Ewê jî wan belgeyan radestî Wezareta Derve ya İranê bikin. Ger ev yek pêkhat wê bê zanîn ew zarok yek ji zarokên windabuyî yên Helebce ye yan na.

Me jî li ser vê yekê ragihand ku her kesê ku diyarkir ku ew zarokê windabuyî yê Helebce ye, divê belgeyên xwe radestê nunertiya Herêma Kurdistanê bike. Ji wir jî wê radestê Wezareta Derve ya İranê were kirin. Ger hat piştrast kirin wê ew kes vegere Helebce û malbata wî were lêkolîn kirin. 6 kes dibêjin ku ew zarokên windabuyî yên Helebce ne, yek ji wan belgeyên wî gelek xurtin ku zarokê windabuyî yê Helebce ye. Her kesê ku zarokê windabuyî yê Helebce be divê demek dirêj li benda lêkolîn kirina belgeyên xwe be.”

Selam Elî ku malbata yek ji zarokên windabuyî yê Helebceye ji RojNews re axivî û got: “Em li benda dîtina zarokên xwene, biryara Komeleya Qurbaniyan û aliyên peywendîdar jî başe, ji ber ku di dema borî de gelek kes dihatin û digotin em zarokên windabuyî yên Helebce ne, ji bo vê ev biryar gelek girînge.”

Li gorî rêjeya Komeleya Qurbaniyên Helebce, 67 malbatên Helebce serlêdana komeleyê kirine daku zarokên wan yên windabuyî werin dîtin. Ev zarok piraniya xwe di 16’ê Adara sala 1988’an de di dema kîmyabaran Helebce de li nexweşxane û bajarên Helebce yên cuda de winda bûne.