Hate diyarkirin ku li cîhanê ji ber şewba koronavîrusê heta niha herî kêm 2 milyon kes nexweş ketine û 128 hezar jî mirine.

Li DYE’yê 614 hezar kes nexweş ketine û 26 hezar kes jî mirine.

Li gorî hesabên AFP’ê li Ewropayê herî kêm milyonek kes nexweş ketine û 85 hezar kes jî mirine.

Li gorî nûçeyeke lêkolîneke zanistî dibe ku ‘dûrketina civakî’ ya 2 metreyan heta 2022’an jî bidome.

Li dinyayê 490 hezar kes ji nexweşiyê rizgar bûn û milyonek û 400 hezar kes jî tedawî dibin.

DEREWÊN TIRKIYEYÊ

Li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP û MHP’ê bîlançoya koronavîrusê vedişêrin. Li gorî Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku 65 hezar kes nexweş ketine û 1403 kes jî mirine.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê diyar dike ku Tirkiye nexweşên Covîd-19’ê wekî şewba çûkan û Mers Cov (sendroma bêhnstendinê ya Rojhilata Navîn) qeyd dike.

Li ser navê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk Sînan Adiyaman diyar kir ku hê jî maske û lepik baş li xebatkarên tendirustiyê nehatiye belavkirin.

LI AMEDÊ 8 XEBATKARÊN TENDIRISTUYÊ NEXWEŞ KETIN

Li Nexweşxaneya Dewletê ya Farqîna Amedê 8 xebatkarên tendirustiyê bi koronavîrusê ketin.  Hate diyarkirin ku heta niha 26 xebatkarên tendirustiyê bi koronavîrusê ketine û tedawî dibin.

Li Qosera Mêrdînê jî jineke bi navê Newroz Çinar (44) ji ber koronavîrusê jiyana xwe ji dest da.  Tê diyarkirin ku li Qoserê 8 kes ji ber koronavîrusê mirine.

Hate diyarkirin ku Taxa Yeşîlalan a Stewrê jî ji ber şewbê xistine karantînayê.

GIRTÎGEH

Desthilatdariya AKP û MHP’ê girtiyên nêzî xwe berdide lê kesên muxalif jî terkî mirinê dike. HDP’ê nerazîbûn nîşanî qanûna înfazê da û got ku “Ev qanûn tê wateya fermana bidarvekirina girtiyên din.”

BÎLANÇOYA DINYAYÊ

Li Îtalyayê 162 hezar kes nexweş ketin û 21 hezar kes jî mirin.

Li Îspanyayê 177 hezar kes nexweş ketin û 18500 kes mirin.

Li Fransayê 143 hezar kes nexweş ketin û 15700 kes jî mirine.

Li Elmanyayê 132 hezar kes nexweş ketine û 3500k kes mirin. Li nexweşxaneyan 56 hezar kes tedawî dibin.

Li Îranê jî wekî Tirkiyeyê bîlançoya rastîn tê veşartin. Li gorî rayedarên dewleta Îranê 76 hezar kes nexweş ketine û 4777 kes mirine. Li gorî çavkaniyên mûxalif li 273 bajaran 28 hezar kes mirine.