Di êvara Pêncşemê de li gorî bîlançoya AFP’ê ku ji daxuyaniyên fermî amade kir, li gelemperiya cîhanê herî kêm 131 hezar û 460 kes bi vîrûsa Korona ketin. Herî kêm 4 hezar 923 kes ji van ji ber vîrûsê mirin. Tê gotin ku vîrûs li 116 welat û herêman belav bûye.

Di nava 24 saetên dawî de 189 kes li Îtalyayê, 75 kes li Îranê û 37 kes jî li Spanyayê jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku 7 hezar û 360 kes jî bi vîrûsê ketine.

LI ÎTALYAYÊ HEZAR KES DERBAS KIR

Piştî Çînê, vîrûsa Koronayê herî zêde bandor li Îtalyayê kir. Heta êvara Pêncşemê 1.016 kes li Îtalyayê ji ber vîrûsê mirin. Li gorî bîlançoya Parastina Sivîl li Îtalyayê zêdeyî 15 hezar kes bi vîrûsê ketine.

TÊ GOTIN KU LI ÎRANÊ BI HEZARAN KES MIRINE

Welatê sêyemîn ku herî zêde ketiye ber bayê vîrûsê Îran e. Li gorî daneyên fermî 10 hezar 74 kes bi vîrûsê ketine, 429 kes jî mirine. Lê belê çavkaniyên mûxalîf dibêjin ku vîrûs li 149 welatan belav bûye û hejmara qurbaniyan jî 3 hezar û 300 kes derbas kiriye. Tê gotin, tenê li bajarê Qumê 520 kes, li Tehranê jî 500 kes mirine. Tevî vê yekê tê îdîakirin ku li eyaleta Gîlanê 510 kes, li Kazvînê 104 kes, li Mazandaranê 200 kes, li herêma Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê 110 kes, li Loristanê 82 kesî jiyana xwe ji dest dane. Li gel vê yekê jî li Îranê hîn herêmek li karantînayê nehatiye bicihkirin.

ÇAR HERÊMÊN KATALONYAYÊ DI KARANTÎNAYÊ DE NE

Li Spanyayê hejmara mirovên bi vîrûsê ketin gihîşt 3 hezar kesî. Ji ber vîrûsê 84 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li herêma xweser a Katalonyayê çar herêm di karantînayê de ne. Li çar bajarokan 66 hezar kes hene. Li Fransayê jî hate ragihandin ku 2 hezar 876 kes bi vîrûsê ketine û 61 kes ji ber vîrûsê mirine.

DIBE KU VÎRÛS BI 150 MILYON EMERÎKIYAN BIKEVE

Li gorî texmînên ku pêşkêşî senatoya Emerîkayê hatin kirin û ji aliyê parlamenterekê ve hate ragihandin, vîrûsa Korona dibe ku li DYE’yê ji 70 milyon heta 150 milyon mirovî bikeve. Endama Demokrat a Meclîsa Nûneran Raşîda Tlaîb li pêş hêzên taybet ên têkoşîna li dijî vîrûsa Koronayê daxuyanî da û ev agahî parve kir.

TEVDÎRÊN BERFIREH Û BANG

Li dijî vîrûsa Covîd-19 ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê weke pandemî ragihand, li welatan tevdîr hatin girtin. Li dehan welatan dibistan hatin girtin, li temamiya Îtalyayê karantîna hate ragihandin. Li Fransayê dibistan hatin girtin û bang li gel hate kirin ku di asteke kêm de bigerin. Li Belçîkayê dibistan, kafe, restoran û aktîvîteyên komî hatin qedexekirin. Her wiha li gelek welatan xwepêşandan bi temamî hatin qedexekirin yan jî heta astekê destûrê didin. Tevdîrên di sporê de jî di asta navneteweyî de tên girtin. Maç bêyî temaşevanan tên lîstin. Di serî de tûrîzm bandoreke giran li aboriyê ket. Bazar têk çû.

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron bal kişand ser nêzîkatiyên çewt ên neteweperest û şexsî û got, “Pasaporta vîrûsê nîne” û banga xurtkirina piştevaniyê kir. Serokwezîra Elmanyayê Angela merkel xwest, çalakî û kombûnên zêdeyî hezar kes tevlî dibin bên qedexekirin. Merkel got, “Heta ku ji mirovan bê bila xwe ji têkiliyên civakî vegirin.” Hikumeta Îngiliz ragihand, heta niha 590 nexweşên bi vîrûsê hatibin tespîtkirin jî texmîn kir ku derdora 5 heta 10 hezar kes bi vîrûsê ketine.

SÎSTEMA TENDURISTIYÊ YA YEKÎTIYA EWROPAYÊ DI NAVA RÎSKÊ DE YE

Navenda Kontrol û Pêşîgirtina li Nexweşiyan a Ewropayê ragihand ku sîstemên tenduristiyê yên Yekîtiya Ewropayê û Qraliyeta Yekbûyî ji ber şewba Covîd-19 di nava rîskê de ne. Navendê diyar kir ku hefteyên bê dibe ku rewş ji kapasîteyên tenduristiyê jî derbas bibe.

Serokê DYE’yê Donald Trûmp deriyên xwe li Ewrpoayê girt ku ev yek weke derbeke giran li şîrketên rêyên hewayî hate nirxandin. Trûmp ragihand ku ev tevdîr wê ji bo 30 rojî bidome.