Ji liba petat dest bi hunera xwe kir. Piştre bû şêwekarek jêhatî. Mohra xwe li Efrînê da û çeteyan berhemên wî şikandin. Dibêje ew hunermendê welat e û hewl dide dîroka Kurdistanê belge bike. Gelek peykerên kesayetên dîrokî yên şarîstaniyan çêkirine.

Hundermendê bi navê Ismat Reşîd ê ku bi navê Ebû Corc tê naskirin di sala 1956`an de hatiye dinê. Ji gundê Kefersefrê yê girêdayî herêma Cindirêsê ya kantona Efrînê ye. Derfet jê re peyda nebû ku derbasî dibistanan bibe û bixwîne. Lê ji ber hewsa xwe di xuyakirina dîroka gelê Kurd de  behreya xwe di şêwekariyê de pêşxistiye.

Li ser liba petat behreya xwe keşf dike

Hunermend Ebû Corc di 21 saliya xwe de dest bi hunera şêwekariyê dike. Ebû Corc dema dayîka wî libên petatan hûr dikirin dişopîne. Carekê alîkariya wê dike. Piştî qeşartina liba petat seh dike ku rûyek mîna xêzikên rûya jinekî derdikeve. Ebû Corc rûyê wê temam dike û jê berhemekî hunerî çêdike. Ev bû destpêka hunera wî û piştre berhemên wî rêz dibin.

Piştre li ser kevirên ne hişk ên ku kargeha herêma Tirtewîlê dihatin derxistin, tevî kevirên ji cureya bezilt a reş bi kar tîne û li ser teşeyên cuda xêz dike.

Ebû Corc her wiha axasor (herî) û çîmento bi kar tîne, teşeyên cuda çêdike û li ser dîwarên malan xêz dike. Mala wî di Efrînê taybet bû. Mîna muzexaneyek dîrokî bû. Ebû Corc tevahiya peykerên kesayetên dîrokî di qada mala xwe de danîbûn.

Du ji zarokên wî behreya bavê xwe radikin ji wan şehîd Umer Reşîd ê ku di roja sêyemîn ya Berxwedana Serdemê de şehîd dikeve û yê din Ehmed ê ku niha alîkariya bavê xwe dike.

Tevlibûna pêşengehan

Yekemîn pêşengeha ku Ebû Corc beşdar bûye di sala 1985`an de li Beyrûtê peytexta Lubnanê bû. Ya duyemîn 1997`an li Efrînê, Ebû Corc pêşengeheka tekekesî di mihrîcana Xan El-Herîr de li Helebê di sala 2004`an de vekir. Pêşengeha hola El-Xancî ya hunerê li Helebê sala 2007`an û beşdarî du pêşengehên ku Tevgera Çand û Hunera Demokratîk di navbera salên 2013-2016`an de li darxistine bû, bûye.

Çi bi serê berhemên Ebû Corc ên li Efrînê hatin?

Hunermend Ismat Reşîd gelek berhemên xwe yên ku hewl dida pê dîroka Kurdistanê vejîne, peykerên şervanekî û şervaneke ku di destê wan de qumrî hene yên ku li qada Şehîdan li navenda Efrînê hatibûn danîn û peykera çarxeriya Newroz li dû xwe hiştin. Dagirkeriya Tirk hemû berhemên Ebû Corc şikandin bi taybet ya çarxerêya Newroz û li şûna wê ala Tirkiyê danîn.

Ebû Corc li Şehbayê

Tevî şert û mercên derketina bi zorê ji Efrînê û li gel tunebûna amûrên ku pê dixebitî, li hember berdewamkirina karê xwe ya ku ji 45 salan ve destpê kiriye nebûn asteng. Ebû Corc li Şehabyê, kevçî, kêr û amûrên biçûk di karê xwe de bi kar tîne.

Mala Ebû Corc li gundê El-Wehşiye ji ber peykerên ku li ser mala xwe danîne tê naskirin.

Em li ku derê bin em ê dîroka xwe xuya bikin

Hunermend Ebû Corc ji ajansa me re axivî û got: “Ez şêwekarê welat im. Di dema niha de ji ber nebûna keviran  ez çîmento bi kar tînim.”

Têkildarî girêdana wî bi şêwekariyê re Ebû Corc got: “Armanca min ew e ku ez çand û dîroka Efrînê belav bikim. Dagirkerî niha hewl dide wêran bike û veşêre. Lê em li ku derê bin em ê mohrek ji dîrok xwe deynin.”

Tevî şêwekariyê hunermend Ebû Corc di dema niha de qumriyan xwedî dike.

(şx)

ANHA