Vê sibehê şandeyek bilind ya Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Nîştimanî ya Iraqê Qasim Erecî serdana Hewlêrê kir.

Ofîsa Qasim Erecî têkildarî armanca serdanê daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat gotin armanca serdanê şopandina bicihanîna lihevkirina ewlehiyê ya navbera Iraq û Îranê ye.

Tê payîn şande têkildarî mijarê li gel rayedarên PDK’ê bicive.

Hêjayî bibîrxistinê ye di meha Adarê ya 2023’yan de di navbera Iraq û Îranê de lihevkirinek ewlehiyê hatibû îmzekirin.

Li gor lihevkirinê, divê hikûmeta Iraqê partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav xaka Herêma Kurdistanê de bêçek bike û wan bixe di nava kampan de, yan jî bişîne welatê sêyem.

Rejîma Îranê ji bo pêkanîna mercên vê lihevkirinê heta 19’ê Îlonê ango sibe dem daye Iraq û Herêma Kurdistanê.

Rejîma Îranê diyar kiriye ger heta 19’ê Îlonê ew merc pêk neyên wê êrişek leşkerî li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê pêk bîne.