Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd mohra xwe danî binê kampanya îmzeyan a ciwanan ku ji bo derxistina leşkerên Tirk hatiye destpêkirin. Parlementerê Serbixwe yê Herêma Kurdistanê Mam Bûrhan jî piştgirî da kampanyayê.

Kampanyaya îmzeyan ku bi pêşengtiya Jin ên Ciwan ên Têkoşer ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker hate destpêkirin li seranserê navçe û bajarên Başurê Kurdistanê didome. Tevî şewba koronayê jî siyasetmedar, pêşmergeyên dêrîn, mamoste, parlamenter û gelek aliyên cuda jî di nav de bi hezaran kes îmze ji bo derxistina artêşa Tirk a dagirker dan û piştgiriya xwe eşkere kirin.

Şêwirmendê Serokkomarê Iraqê Mahmûd Salar ê kampanya îmze kir û dîsa Parlementerê Serbixwe yê Herema Kurdistanê Mam Bûrhan ê piştgirî da kampanyayê ji ANF’ê re axivîn.

‘TIRKIYE YASAYÊN NAVDEWLETÎ Û HERÊMÎ BINPÊ DIKE’

Şêwirmend Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ne cara yekê ye sînorên Herêma Kurdistanê derbas dike û got: “Dewleta Tirk sînoran derbas dike. Bi vê yekê Tirkiye yasayên navdewletî, heremê binpê dike. Gelê Kurdistan vê zilma qebûl nake.”

‘JI BO ŞER BISEKINE DIVÊ DENG HÊ ZÊDETIR BÊ BILINDKIRIN’

Mehmûd spasî li her kesê kir ku dengê xwe li ber zilm û zardariyê bilind dike û wiha pêde çû: “Ji bo Tirkiye êrîşên xwe bide sekinandin, divê ev deng bilindtir bibe. Divê proseya aştiyê ji nû ve bê destpêkirin. Her wiha di nava gelê Kurd û dewleta Tirk de guftogo bên destpêkirin.”

Mehmûd bi domdarî got: “Destxweşî li kampanyaya îmzeyê ku daye destpêkirin dikim. Ev karekî medenî ye. Ji bo dewleta Tirk ji axa me derbikeve, divê gelê Kurd hemû rêyên sivîl bi berxwedanê bikar bîne. Rê li şerê dewleta Tirk bê girtin.”

‘HEBÛNA LEŞKERÊN TIRK A LI HERÊMÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Parlamenterê Serbixwe ê Herêma Kurdistan Mam Bûrhan jî piştgiriya xwe bo kampanyaya îmzeyê eşkere kir û got: “Li Herêma Kurdistanê 38 binke û baregehên dewleta Tirkiye hene. Ev yek ne yasayî ye. Bê destûra welatekî avakirina binke û baregehan di her alî de nayê qebûlkirin. Ji ber vê dagirkeriyê gelek kes bûne qûrban. Piştî daxuyaniya Qeymeqamê Zaxo eşkere bû ku dewleta Tirkiye 350 kîlometre xaka Herêma Kurdistanê dagir kiriye. Li ser rûyê erdê 10 dewlet hene ku rûpîvana wê ji 350 kêlometreyî biçûktire. Dewleta Tirk qadekî wiha dagir kiriye.”

‘LI PARLAMENTOYA HERÊMÊ YASAYEKÎ WIHA HEYE’

Bûrhan bal kişand ser heyîna leşkerên Tirk a li herêmê û got: “Ez wek parlamenterek li dijî hatina leşkerên Tirkiyeyê me. Ji xwe li gorî yasaya Parlementoya Herêemê yasayekî bi vî rengî jî heye. Ev karekî ne mirovî, ne heqî û ne jî yasayî ye.”

Bûrhan kêfxweşiya xwe ya ji bo kampanyayê jî anî ziman û diyar kir ku her karekî ji bo derxistin û rêgiriya leşkerên Tirkiyeyê bê kirin pîroz e.”

Herî dawî Parlamenter Mam Bûrhan got: “Li ser hebûna leşkerên Tirk a li Herêma Kurdistanê wê rûniştinek taybet li Parlamentoya Herêmê bê kirin. Em ê li ser vê mijarê li Parlamentoyê baxivin.”