Bi dûrişmeyaʺCivaka rêxistinkirî û azad serkeftin misoger dibeʺkongreyê sêyemîn a TEV-DEM`ê li navenda Çand û Hunerê a Aram Tîgran destpê kir.
Kongre ku li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajaroka Rimêlan tê lidarxistin, şandeyên ji meclisên sivîl ên girêdayî MSD, partiyên siyasî, rêxistinên siyasî û civakî yên Rojava û Bakurê Sûriyê û hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê beşdarî kongreyê bûne.

Kongre bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, axaftina destpêkê ji aliyê hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM`ê Aldar Xelîl û Asya Abdullah ve tê kirin.

Li gorî komîteya amadekar, wê nameyên ji bo kongreyê hatin şandin werin xwendin, her wiha wê xebatên TEV-DEM`ê werin nirxandin û kongre bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.