Hevşaredara berê ya Nisêbînê û Berdevka demê ya TJA’yê Ayşe Gokkan ji hêla dewleta Tirk ve rehîn tê girtin, di 22’yê îlonê de danişîna wê pêk tê.
Hevseroka HDP’ê yê Nisêbînê Şîndar Akinci bi daxuyaniyekê xebat û têkoşîna hevşeradera berê ya nisêbînê anî ziman.
Got: Ayşe Gokkan beriya her tiştî xwedî helwesteke jinê ya xurt e, kesayetek e bi helwest, şêwaz e û hurmetê heq dike. Bi xebat, bi karakter û kesayeta xwe bi gel re bû yek. Di her tiştê ku kir de reseniya jinê û nêrîna jinê eşkere kir.
Ayşe Gokkan bi helwesta xwe sînorên hişk ên navbera jin û mêran de nerm kir, pêkvejiyanê misoger kir û divê em lê xwedî derkevin.
Şîndar Akinci got: Qeyûman îradeya gelê me desteser kirin, lê ne gengaz e ku bîranîn û berxwedêra mîna hevala Ayşe ji holê rakin.
Û i bo ku di nava çar dîwaran de nemîne, banga beşariya bi hêz a danişîna sibê 22’yê îlonê kir.