Li Colemêrgê, wê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, di 13’ê Hezîranê de mitînga bi dirûşmeya “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” werê pêkanîn.

Beriya mitîngê jî wê meş bêne pêkanîn.

Starta meşê jî, wê sibê ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bê dayîn.

Hevserokên Giştî yên DBP’ê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes wê tevlî meşê bibin. Meş jî wê sibe saet di 13.00’an dê dest pê bike.

Milê meşê yê Şemzînanê, wê sibê ji navenda navçeyê û gundan dest pê bike û di 11’ê Hezîranê de, li Geverê û gundên wê be.

Di 12’ê Hezîranê de jî, wê milê meşê yê navçeya Çelê û gundên wê dest pê bike.

Piştî re wê milên meşan li Colemêrgê bigihîn hev û tevlî mitîngê bibin.

Mitîng dê di 13’ê Hezîranê de li ber Mizgefta Gewre ya Colemêrgê bi beşdariya hevserok, nûner û rêveberên KCD, HDK, DBP, TJA, DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî pêk were.