Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz anî ziman ku divê şandeyên serbixwe bişînin Girava Îmraliyê û got; Divê pirsgirêka kurd were çareser kirin.

Sibel Çapraz, bal kişande ser têkoşîna li zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê û got; Li girtîgehan 651 jê giran, ji hezar 500î zêdetir girtiyên nexweş hene. Mafê tenduristiya girtiyan bi temamî hatiye xespkirin. Heta ku girtiyên nexweş neyên ber mirinê û seqet nebin nayên berdan. Bingeha siyaseta li girtîgehan û şerê taybet jî tecrîda li Imraliyê ye.

Ji bo vê jî divê demildestan tecrîda li Imraliyê werê rakirin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd jî, bi Ocalan rer hevdîtin bêne kirin. Ji ber ku muxatabê pirsgirêka kurd birêz Ocalan e. Çalakiya greva birçîbûna li girtîgehan jî dijberiya ji bo neçareserkirin û tecrîdê ye.

Sîbel Çapraz, dazanîn ku, riya çareserî jî, kilîda çareseiryê jî diyar e û got; Divê bêyî ku çalakiya greva birçîbûnê were asta ku girtî jiyana xwe ji dest bidin, desthilatdarî çareseriyekê biafirîne. Divê girîngiya civakî ya Abdullah Ocalan were dîtin.

Sîbel Çapraz herî dawî bang li Wezareta Dadê kir ku şandeyeke ji IHDê bişîne Girava Îmraliyê û got; Em hêvî dikin ku, di demek nêzîk de bersvê bidin vê daxwazê. Divê di demeke kin de şandeyeke serbixwe biçe Girava Îmraliyê, şertên li wir bibîne, girtiyên li wir bîbine û bi agahiyên ku ji gel re bibin bersiv, vergire. Em dixwazin demildest ev daxwaza me were qebûlkirin û pirsgirêka kurd jî êdî bi muxatabê wê re were çareserkirin.”