Şîeyên Iraqê tevî nakokiyên navxweyî, li ser mayîna hebûna hêzên Heşdî Şebî hemfikirin û dijî hilweşandina hêzên Heşdî Şebî ne. Mijara hilweşandina Heşdî Heşdî Şebî weke destwerdana welatan di nava karûbarên navxweyî yên Iraqê de dibînin.
Demeke welatên cîhanê û bi taybet Amerîka zextê li hikûmeta Iraqê dike ku hêzên Heşdî Şebî yên li Iraqê hilweşîne û belav bike. Hêzên Heşdî Şebî şîe ne. Niha li Iraqê di navbera hêzên Şîe de gelek nakokî hene. Bi taybet li ser mijara temamkirina kabîneya hikûmeta Adil Ebdulmehdî ku nêzî salekê ye nekarî temam bike. Lê tevî van nakokiyan jî hêzên Şîe li ser mayîna hebûna Heşdî Şebî hemfikir û hevdengin.
Parlamenterê Kotleya Nehcî Wetenî (Kotleya Fezîle ya berê) ya li Parlamentoya Iraqê Hesen Îqabî li ser mijarê ji Rojnews’ê re axivî û got; “Çarenûsa hêzên Heşdî Şebî qet ti peywendiya xwe bi welatên herêmê û navneteweyî ve nîne. Alozîkirina vê mijarê ji derveyî Iraqê ye. Destwerdane li karûbarên navxweyî yên Iraqê û qet rê nadînê.”
‘Li Iraqê liv û tevgera şaneyen veşartî yên DAIŞ’ê maye’
Hesen Îqabî eşkere kir ku Iraqê serweriya xwe heye û got ku eger pirsgirêkek hebe, Iraqê hêza çareserkirina pirsêkên heye û got; “Ti kes nikare li karûbarên Iraqê destwerdanê bike.”
Parlamenter Hesen Îqabî bal kişand li ser metirsiyên li ser Iraqê û wiha domand; “Hîn metirsiya ewlehiyê li Iraqê berdewam e. Li Iraqê liv û tevgera şaneyen veşartî yên DAIŞ’ê maye.
Di 13’yê Hezîrana 2016’an de Rêveberê Bilind ê Şîeyan Sîstanî fetwaya cîhadê derxist û hêzên Heşdî Şebî ava bû. Di Mijdara 2016’an de li Parlamentoya Iraqê yasaya Heşdî Şebî hate erêkirin.
(ab)