Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi wesîleya salvegera 14‘emîn a şehadeta Rêvebera PYD‘ê Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) Zekeriya (Zekeriya Îbrahîm), Fûat (Hîkmet Tokmak), Cemîl (Nebo Alî) û Ciwan (Hacî Cûma Alî) ku 29’ê Mijdara 2004’an li Mûsilê hatibûn qetilkirin merasîm û civîn lidar xistin.

Girkê Legê

Merasîmê biranînê ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk û Meclisa Malbatên Şehîdan li navenda Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan hate lidarxistin.

Merasîmêm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şîhdan Qehreman Mihemed têkoşer Şîlan Kobanê û hevalên wî bi bîr anîn û anî ziman ku serkeftinên hatine bidestxistin berhemên xwîna şehîdan e.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD‘ê Abdulhadî Ehmed jî axivî û got: “Şehîd Şîlan û hevalên wê ji damezrînerên partiya me ne, bi saya wan me xwe bi rêxistin dikin û têgeha demokratîk û biratiya gelek pêk tînin.”

Ebdulhadî Ehmed soza şopandina rêya şehîdan da.

Dêrik

Buroya PYD‘ê ya Dêrikê û Kongreya Star bi heman armancê merasîmek li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê li dar xist.

Piştî deqeyek rêzgirtin endamê Koordînasyona PYD‘ê Mihemed Seîd şehîdên azadiyê bi bîr anîn û teqez kir ku şehîd Şîlan û hevalên wê di encama komployekê de ku ji aliyê partiya Baas a Sûriyê û hikûmeta Tirkiyê ve hatiy pilankirin şehîd bûn. Mihemed Seîd got: “Şehîd Şîlan û hevalên wî ji damezirînerên partiyê ne û roleke pêşeng di rêxistinkirina gel de lîstin.”

QAMIŞLO

Li bajarê Qamişlo li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo jî şehîd Şîlan Kobanê û hevalên wê bi civînekê hatin bi bîranîn.

Bi sedan şêniyên bajêr û nûnerên PYD‘ê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê senevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Şîlan û hevalên wê hate pêşandand.

Di civînê de Rêvebera Meclisa Giştî ya PYD‘ê Dîlber Yûsif got: “Her çar têkoşer li pey xwe mîrasteyek ji têkoşînê hiştin, li ser mîraseya van şehîdan dê xeta têkoşînê li hember zulm û fîşîzmaya dagirkeran berdewan bike.

Di civînê de axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star ve hatin kirin. Di axaftinan de soza şopandina rêya têkoşeran hate dayîn.

Di dawiyê de Ferhadê Merdê helbest xwendin.