Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb diyar kir ew ji bo guftûgoyên çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê amadene, li gel rejima Sûriyeyê bicivin. Herwiha Silêman Ereb eşkere kir ku wê lihevkirina li ser Idlibê bandorek nerênî li Efrînê bike.

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb derbarê hevdîtinên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ên bi rejîma Sûriyeyê re û lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya li ser mijara Idlibê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Silêman Ereb destnîşan kir ku ew ji bo guftûgoyan amadene û got; “Bi vexwendinek fermî Sûriyeyê Meclîsa Sûriye ya Demokratîk MSD vexwend hevdîtina. Ev vexwendin li ser bingehê çareseriya siyasî, Sûriyeyekî nû û lihevkirinê bûn. Ji bo çareserî û guftugoyên li ser bingehê Sûriyeyekî ne navendî, Sûriyeyekî ku hemû kes di nav de cihê xwe bigre em amadene.”

‘Cihê ku Tirkiye lêbe wê krîz, ne aramî û pirsgirêk hebin’

Li ser rewşa Idlibê jî Silêman Ereb got ku Tirkiye û Rûsyayê li Soçiyê li ser avakirina herêmek bêçek lihevkirine ku ev herêm ji heya 20 kîlometreyan li ser sînorê Tirkiyeyê dirêj dibe û wiha pêde çû; “Bi vê lihevkirinê jî diyar dibe ku Tirkiye di planên xwe de têk çûye û teslîmî welatên cîhanê bûye. Îradeya wê nemaye. Tirkiye dixwaze hêzên terosîst ên li Idlibê bi taybet jî cephet el- Nusra fermî bike. Ev jî metirsiyan bi xwe re tîne ku yek ji wan wê êdî Tirkiye di nava xaka Sûriyeyê de hebe. Li her cihekî ku Tirkiye têde hebe wê krîz, ne aramî û pirsgirêk serî hildin.”

‘Tirkiye li ser Kurdan tifaq û guftûgoyan dike’

Ereb destnîşan kir ku li ser asta herêmî û cîhanî hemû lihevkirinên Tirkiyeyê li ser bingehê pirsgirêka Kurd e û got; “Li ser bingehê çaresernekirin û ne naskirina doza Kurd tifaq û guftûgoyan dike. Ji ber vê çendê lihevkirina Soçî ya bi Rusyayê re li ser Idlibê girêdana xwe bi hevdîtinên me yên bi Sûriyeyê re hene. Di hemû lihevkirinên Tirkiyê de şertek heye ku ew jî nenaskirina Kurdan e. Pejirandina Sûriyeyê ya vê lihevkirinê ,wateya xwe ewe ku di navbera Sûriyeyê û Rêveberiya xweser de tifaq neyê kirin, statûya Kurdan neyê naskirin.”

‘Tirkiye guhertina demografiya pêk tîne’

Ereb da zanîn ku lihevkirina li ser Idlibê metirsiyê di xwe ser Efrînê û wiha domand; ” Ew çeteyên ku li Idlibê wê bên veguhestina cihên din ku ew jî Efrîn, Cerablus, herêmên di bin kontrola dagirkeriya Tirkiyeyê de ne. Tirkiye bi vegustina van çeteyan guhertina demografiya pêk tîne. Bêguman wê Kurdan ji Erfînê derbixin û van çeteyan li cihê wan bi cih bikin. Wê demê jî wê her demê metirsiya şer li vê herêmê di nava van çete û QSD de hebe. Wê metirsî her dem li ser statûya Kurdan hebe. Wê ev yek xizmeta çareseriya di Sûriyeyê de neke. Negengaze ku Tirkiye çareserî pêş bixwe, ji ber ku Tirkiye piştgiriya çeteyên DAIS kir û Cephet el-Nusra damezirand û wê di pêvajoya çareseriyê de nekaribe rol bileyîze.”

‘Ji bo çareseriyê divê em cihê de di pêvajoya siyasî de bigirîn’

Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ê Başûrê Kurdistanê Silêman Ereb herî dawî got; “Ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka doza Kurd, pêwîste em cihê xwe di pêvajoya siyasî de bigrin. Ji bo destûrek nû ya demokratîk a Sûriyeyê divê em û hemû hêzên demokratîk cihê xwe bigrin.”