eriya bi 234 salan, wekî doh, bajarê Silêmanî ava bû. Li gorî çavkaniyên dîrokê, bajarê Silêmanî sala 1784’an ji aliyê Îbrahîm Paşayê Baban ve hatiye çêkirin. Li gorî dîroknasan, navê Silêmanî, yan ji navê bavê Îbrahîm Paşa tê, yan jî Silêmanî navê kurê wî bû.

Li derdora bajarê Silêmaniyê rêzeçiya hene û bajar bi van rêzeçiyayan gelek balê dikêşe ser xwe. Bi taybetî çiyayê Ezmer û Giwêje li Silêmaniyê hene. Her wiha li nav sînorê Silêmaniyê, 2 golên mezin hene. Yek Gola Dukanê ye ku bendaveke mezin jî li ser heye, ya din jî Gola Derbendîxanê ye.

Li gorî agahiyên dîrokî, di dema xwe de Îbrahîm Paşa bang li hemû gundewarên derdora Silêmaniyê kiriye û gotiye, herçî bixwaze, dikare li Silêmaniyê bi cih bibe. Piştî banga Paşa, êdî serjimara bajêr her ku çû zêde bûye.

Nivîskarên bi nav û deng

Her wiha li gorî dîroknasan piştî 36 salan, hejmara niştecihên bajêr gihiştiye 10 hezar kesan. Di dîrokê de bi dehan helbestvan û rewşenbîr ji bajarê Silêmaniyê derketine. Helbestvanên Kurd Nalî, Kurdî, Salim, Bêkes û Şêrko Bêkes û nivîskar Bextiyar Elî yên herî bi nav û deng in. Her wiha helbestvanên Kurd Hêmin û Hejarî Mukriyanî jî bi salan li bajarê Silêmaniyê jiyane.

Paytexta rewşenbiriyê

Piştî 234 salan hê jî bajarê Silêmanî yek ji bajarên herî ciwan yê Başûrê Kurdistanê ye û bi giştî weke bajarê her çar parçeyên Kurdistanê tê dîtin. Her wiha bajarê Silêmanî ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistanê ve jî weke paytexta rewşenbiriyê hatiye nasandin.