Welatiyên Silêmanî, siyasetmedar, çalakvanên medenî yên bajarê Silêmanî wê sibe bi dirûşma, “Em şoreşgerên xwe nafiroşin” û “Silêmanî li beramber komploya li dijî şoreşgerên xwe bêdeng namîne” dadikeve qadan.  

Bi pêşengiya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê wê xelkê Silêmanî, jin, ciwan, çalakvanên medenî û siyasî sibe (duşem) saet 15.00’an li ber Baxê Giştî ya bajêr çalakiyeke girseyî lidar bikeve.

Çalakiya nerazîbûnê wê bi dirûşmên, “Emê li hember komploya li dijî şoreşgerên xwe bêdeng nemînin” û “Em şoreşgerên xwe nafiroşin” lidar bikeve.

Komîteya amadekar a çalakiyê banga tevlîbûneke xurt li welatiyên Silêmanî kir û ji herkesê xwest ku bi beşdarbûna vê çalakiyê helwesta xwe ya netewî û her wiha berpirsyariyên xwe yên li beramber pêşengên netewî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê de ragihînin.

Komîteya Amadekar diyar kir ku wê di çalakiyê de li ser armanca çalakiyê daxuyaniyeke çapemeniyê jî were dayîn.