Siltaniya Ûmmanê vê sibê ragihand ku Siltan Kabûs bîn Saîd (79) miriye. Dîwana Dadgeha Qralyetê li welat sê roj şîn ragihand û ji ber vê li saziyên kamûyê sê roj betlaneya fermî îlan kir.
Ev pêncî sal in Saîd welat bi rê ve dibe. Sedemê mirina wî nehate eşkere kirin, pismamê wî Wezîrê Çadê Heysem bîn Tarik el Saîd ket cihê wî.