Koordînatora Partiya Çep û Berdevkê Partiya Neteweyî, (France Insoumise) Danielle Simonnet diyar kir ku ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe ew li Firansa di nava têkiliyan de ne û got: “Erdogan ji bo dagirkeriyek nû di nava tevgerê de ye.”
Danielle Simonnet destnîşan kir ku her çiqas Erdogan bibêje ew li dijî DAÎŞ’ê ne, ew dibînin ku li dijî Kurdan têkiliyek xurt ya Erdogan bi DAÎŞ’ê re heye û got: “ Bi ti awayî em ji daxuyaniyê Erdoga bawer nakin. Em ne li dijî Îslamê ne, em li dijî kesên ku Îslamê ji bo xw weke amûr bikartinin in.”
Koordînatora Partiya Çep û Berdevkê Partiya Neteweyî, France Insoumise (Fransaya Serî Natewîne) Danielle Simonnet di derbarê mijarên di rojevê de ne ji ANF’ê re axivî.
LI TIRKIYEYÊ DEMOKRASÎ TINEYE’
Simonnet anî ziman ku mirov nikare bibêje li Tirkiyeyê demokrasî heye û got: “Ne cara destpêkê ye ku ez têm Tirkiyeyê. Di hilbijartinên borî de weke çavdêr ez hatim Tirkiyeyê û ji nêz me lêkolîn kirin. Birêz Selahattîn Demîrtaş jî namzetê serokomariyê bû û li gel vê yekê ji nehat berdan û xebatên xwe yên hilbijartinê di girtîgehê de bi rê ve bir. Di rewşek wiha de mirov nikare qala demokrasiyê bike. Li gel Birêz Leyla Guven parlamenter bû, zêdetirî saleke di girtîgehê de dihat girtin. Leyla Guven duh hate berdan lê belê hina jî daxwazên wê nehatine bi cih anîn û çalakiya xwe didomîne. Birêz Leyla Guven ji bo ku were berdan ji bo xwe ti tiştek nedixwest û armanca sereke şikandina tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan bû. Lê bixabin tecrîda li ser Birêz Ocalan hina jî didome û ji bo vê yekê jî mirov nikare qala demokrasiyê bike û ev jî rûreşiye.”
‘JI BO TECRÎD RABE LI GEL MACRON ME HEVDÎTIN PÊK ANÎ’
Simonnet da xuyakirin ku li Fransa ew weke Partiya Çep piştevaniya rêxistina Kurd dikin û wiha pêde çû: “Ji bo tecrîda li ser Birêz Ocalan û qedexeya li ser PKK’ê li Fransa li gel partiyên din em di nava têkiliyan de ne û herî dawî em li gel Emmanuel Macron rûniştin. Me ji Macron xwest ku ji bo tecrîd bi dawî bibe zextan li hikûmeta Tirkiyeyê bike û li gel Erdogan di nava têkiliyê de bin. Her wiha partiya me ji bo ku PKK ji lîsteya terorê derkeve pêşniyar bir Meclîsa Ewropayê. Li her qadan û cihên ez têm vexwendin wêneyê Leyla Guven li gel xwe digerinim û balê dikêşim li ser çalakiya wê. Ji roja ewil heta niha çalakiya Leyla Guven me kiriye rojeva televziyonên Firansa û bi vê yekê min xwest ez bêdengiya çapemeniya Fransa bişkînim. Nûnerên HDP’ê yên Fransa û rêxistinên Kurd herdem têkildarî geşedanan partiya wan agadar dikin. Herî dawî partiya me serdana çalakvanên li strasburgê jî kir. Ez berxwedan û têkoşîna Kurdan bi ruhek germ silav dikim.”
‘DAGIRKERÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN’
Danielle Simonnet bal kişan li ser dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Rojava û ev tişt got: “Erdogan amadekiriyên dagirkeriyek nû dike. Li Sûriye herêma tenê domokratîk û azad Rojava ye. Her wiha hêza tekane li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dike jî hêzên Kurd in. Tenê hêviya aştî û demokrasiya herêmê jî hêzên Kurd in. Em li dijî hemû dagirkeriyanin û ev dagirkerî nayê qebûlkirin. Ji bo vê yekê jî heta dawiyê ez pişgiriya Kurdan û PYD’ê dikim.”
Simonnet di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku her çiqas Erdogan bibêje ew li dijî DAÎŞ’ê ne, ew dibînin ku li dijî Kurdan têkiliyek xurt ya Erdogan bi DAÎŞ’ê re heye û got: “ Bi ti awayî em ji daxuyaniyê Erdoga bawer nakin. Em ne li dijî Îslamê ne, em li dijî kesên ku Îslamê ji bo xw weke amûr bikartinin in.”