Girêdayî tifaqa dewleta Tirk û Rûsyayê, planên li ser Idlib û bandora wê li ser Efrînê, siyeseta dagirkeriya Tirk a tunekirin û îmhakirinê li ser Efrînê, yek ji fermandarên giştî yên YPG`ê Sîpan Hemo bû mêvanê Radyoya Rojava û bersiva pirsan da.
Em destpêkê tifaqa dewleta Tirk û Rûs a li ser Idlibê armanc û planên wan ji tifaqan çi ne?
Di serî de ez we û guhdarvanên we silav dikim, dîsa ji nû ve weşana radyoya ya we pîroz dikim. Wekî tê zanîn ev demeke operasyona Idlibê di rojevê de bû. Heta hewldanên cur bi cur hatin pêşxistin ji bo ku dewleta Sûriyeyê ji nû ve Idlibê kontrol bike. Li ser vê gelek mijar û nîqaş çêbûn, vê dewleta Tirk û Erdogan gelek tengav kiribû. Jixwe hate şopandin civîna ku li ser vê bingehê li Tehranê çêbû. Di vê civînê de biryar hate dayîn ku ev operasyon bê meşandin û li hemberî vê Erdogan pir tengav bû. Piştê vê vegeriya Tirkiyeyê, him li wir him jî li derve xebatên dîplomasiyê da meşandin. Di milekî de hemû dewletên Ewropa, di milekî de yên herêmê xistin nava tevgereke cuda û li vir der barê Idlibê de rojeveke cuda da avakirin.
Wekî tê zanîn ji Ewropa re aşkera ev tişt got, eger li Idlibê operasyon çêbe dê ew jî bandorê li ser tevahî Ewropayê bike. Ango bi koçberan welatên Ewropayê tehdît dikir. Bi vê yekê re jî dixwest her kes piştgiriyê bide siyaset û dagirkeriya wî ya li ser xaka li vir. Di vê mijarê de tiştên herî hesas bêguman ev hemû jî nîn in. Ji ber ku hesabên dagirkeriya Tirk li herêmê yek bi yek têk diçin. Wekî tê zanîn berî 4-5 salan Erdogan pêngavên xeyalên Osmanî avêtin, da ku destpêkê li Tirkiyeyê piştre jî li hemû herêmê bandora xwe bide avakirin. Di rastiya xwe de winda kir û sedemên wê jî cur bi cur in. Di Lîbya, Tunus, Misrê têk çû, li Sûriyeyê jî gav bi gav windakirinên wî çêbûn. Tenê beşa Idlib û bakurê Helebê mabû û siyaseta xwe jî li ser van herêman dimeşand. Erdogan di vir de winda bike, wê demê dê dîsa vegere sînorê Tirkiyeyê. Pê re jî dê pirsgirêk li Tirkiyeyê jî belav bibe û dê di nava Tirkiyeyê bi xwe de jî were nîqaşkirin. Yanî alozî bi rengekî pir bibandor xwe li Tirkiyeyê bide nîşandan. Erdogan li hemberî vê pirsê kete nava fikaran û ji bo vê jî tedbîrên xwe bi pêş xistin. Rastî niha demkurt encam girt, ew jî li dijî vê pêvajoyê Amerîka û Ewropa xistin tevgerê. Piştre jî çû Rûsyayê û bi Pûtîn re hevdîtineke şexsî çêkir. Tiştê tê zanîn ji Pûtîn re gotiye ez zilamê te me, tu çi bixwazî ez bikim, çi gavan biavêjî ez ê pêşiya te vekim û ji xwe berî çend salan ez hatim tasfiyekirin, te ez rizgar kirim, lê îro jî tu dixwazî min tune bikî. Ji ber ku eger tu li ser Idlibê operasyonê bikî dê li ser hilbijartinên li pêşiya me bandor bike û ez ê bi bin bikevim. Ji Pûtîn re gotiye bila operasyon nebe û ez dixwazim destkeftiyên wê bînim rojevê û Pûtîn jî gotiye temam û lihevhatineke pir şexsî pêk hatiye. Yanî hewldanên pir fermî tê de tune ne. Pûtîn jê re gotiye tu ji ber ku di Sûriyeyê de dewlet tune ye, ji bo wê te xwe li Bab, Cerablûs û hwd hîn komên terorîst kirine hincet û te xwe bi cih kiriye. Divê tu li Idlibê jî alîkariyê bidî dewletê û radestî dewletê bikî.
Erdogan hesabên xwe ji berê de bi hinek peymanan çêkirine lê texmîn nedikirin ku rejîma Sûriyeyê di demeke kurt de heta Idlibê were, ruxmê vê jî niha lihevkirineke demkî çêbûye.
Hûn dibêjin lihevkirina di navbera Rûsya-Tirkiyeyê de demkî ye, li vir bazara Rûsyayê li ser vê îtifaqê çi ye?
Belê, demkî ye, lê ez bawer im dê heta dawiya zivistanê bikişîne. Li gorî texmînên min heta biharê meha 3`an bidome, ji ber ku van programek çêkiriye û li gorî vê jî dê bimeşe. Hesabê van li gorî planê ango heta 15’ê meha 11’an rêka Şamê vebe, rêka Cisur El Şixur vebe, sinorekî 15 km ji bin navê herêmeke bêçek de ji çeteyan bê paqijkirin. Parçeyekî plana wan ev e, lê ev dê pêk were yan na, ne hêsan e bêguman. Dibe Tirk û çeteyên xwe vê peymanê pêk bînin lê her kes jî vê qebûl nake. Ango yên ku dixwazin di Sûriyeyê de guherîn û veguherîn çêbe destpêkê nizanibûn Erdogan wan bi kar tîne, mixabin niha vê yekê fêm dikin. Yanî duh hin serhildan çêbûn li Idlibê li hemberî planên di navbera Erdogan û Pûtîn de. Planên wan jî ev in ku hîn firsendên ku dan Erdogan berdewama wê de dê bibêjin me firsend da te lê te nikaribû pêk bianiya, wê çaxê jî li vir wê operasyon çêbe. Piştî van firsendan yek wê Erdogan tengav bibe, wê demê jî van dewlet û Rûsya ji Tirkiyeyê çi girtin wê feydeya wan be. Ya din, di nav van komên çete de dê gelek nakokî derkevin, Tirk dê dest ji wan berdin û Idlib ew qasî xwe bi hêz kiriye ku wekî keleh dê ji hev bikeve.
Nakokiyên ku di navbera komên çete de derdikevin, bêguman ev xetere bi xwe re têkçûyîna îtîfaqê tîne. Gelo têkçûa îtîfaqê dê bandora xwe çi qas hebe? Ev îtîfaq demkurt û demdirêj here serî, dê çi bandora xwe hebe?
Nakokiyên heyî yên li Idlibê niha kêm xuya dikin. Helwesta wan ku eger êrîşê me bikin ji hêla Rûs û dewleta Sûriyeyê ve, metirsiyek çêkiriye. Hinek agahiyên me jî hene dibêjin çûna Idlibê dê bi xwe re encamên neyînî bîne ji bo Rûsya û Sûriyeyê. Ev jî derbên mezin dê li Rûsyayê bide. Eger li Idlibê Rûs derbe bixwin dê ev bandora xwe li hundir û derveyî Rûsyayê zirareke mezin bide wan.
Rûsyayê li gel Erdogan îtîfaq kir û li ser dimeşe. Erdogan dixwaze bi vê yekê di hilbijartinên şaredariyan de bi ser bikeve û Rûsya jî dixwaze bi saya Erdogan komên çete li Idlibê ji hev bixe û lewaz bike da ku karibe piştî 4-5 meh şûnde operasyonê hêsantir bike û Idlibê bigire. Nakokî ji niha ve dest pê kirine, El-Nûsra jî çeteyên Tirkan in, esas mesele gelê herêmê Tirkan qebûl nake. Herêma li vir zirav û dirêj e, lê pir mezin e, 200 – 300 hezar mirov li vir hene. Tirk dixwazin gelên li vir wek Cebhet El-Nûsra bi nav bike ji bo ku mafê rêxistinê bide çêkirin. Rûsya û Sûriye jî wê feyde ji van kesan bigire. Lê aliyê herî girîng Rûsya dixwaze Erdogan niha winda nebe. Ya din a ku Erdogan û Rûsya aniye gel hev çi ye, divê mirov vê jî bizanibe. Yek hedefa Erdogan û Tirkan tenê bila deskeftiyên Kurdan çênebin, her tiştî dikin. Yê ku Rûs anîn gel Tirkan jî Amerîka ye, ji ber ku tenê astengî ji bo wan Amerîka ye. Li hemberî terora DAIŞ’ê em û Amerîka hatin gel hev, Tirk ji vê nerehet bûn û Rûs jî ji bandora Amerîkayê ya li ser herêmê nerehet bûn. Vê jî Rûs û Tirk anîn gel hev. Jixwe Rûsan gotiye eger hewldanên te hemû li dijî Cizîrê çêbin em ê piştgiriyê bidin te. Ji ber wê jî Erdogan di civînê de got ji bo me ne Idlib, Cizîr girîng e, YPG girîng e, ev aşkera anî ziman. Ev xwesteka Pûtîn e. Mesela Erdogan hêzên Kurd paşde biçin an Pûtîn jî yên Amerîkayê zerarê bibînin. Ji bo Rûsyayê Amerîka xetereyeke stratejîk e lê Tirk ne wisa ne û ne di rewşeke wilo de jî ne. Tirkan wek şûrekî di destê xwe de dihêlin. Erdogan hiqûqên NATO, Ewropa, Amerîka, gelek hiqûqan bi kar tîne. Lewre Rûsya niha nexwaze Erdogan winda bike. Em hinek şênber bikin, hetanî ev pêvajo bi vî rengî be ji bo me dê hinek zehmet be. Ev nayê wê wateyê ku em ê nikaribin hinek gavan biavêjin.
Mijara rizgarkirina Efrînê û çalakiyên ku tên kirin, dagirkeriya Tirk tengav kiriye. Ez dixwazim hinek balê bikişînim ser Efrînê. Di vê îtîfaqê de Efrîn çawa hatiye dîtin, plana li ser Efrînê çi ye, bicihkirina çete û malbatên wan li Efrînê zêde bûye, hûn mijara Efrînê çawa dinirxînin?
Ya Tirkan dagirkerî ye, qirkirin, tunekirin û koçbekirina gelê Kurd bû. Stratejiya Tirkan li ser tunekira gelê Kurd e û Efrîn jî beşeke vê planê bû. Yanî Efrîn, êrîşên ku Tirk li ser Bakurê Kurdistanê dikin ji hev ne cuda ne. Berdewama vê qirkirin û tunekirina van polîtîkayên faşîzma Tirkan bû. Lê zemîna Efrînê zemîneke din e, ji bo hiqûqa navneteweyî dibêjim, ev hesabeke welatekî din e. Erdogan ev hesab baş bi kar anîn, lê ne tenê Tirk û Rûs hebûn di vê dagirkeriyê de, her kesê ji Erdogan re got erê û ev dagirkirin pêk anî. Rûsan got em ê bikevin Idlibê, her kes li hember wî derket, Amerîkayê got tu kîmyasal bi kar bînî ez ê mudahxele bikim û Rûs tirsiyan, paşde gav avêtin. Lê tu kesî ji bo Efrînê tiştek negot, ji Tirkan re maf dîtin. Erdogan got ez ê dagir bikim, YPG’ê biqedînim û radestî dewletê bikim, lê piştre soza xwe guhert, got ez ê teslîmî dewletê bikim bê hilbijartin. Lê alem dê vê li hemberî Erdogan bi kar bîne.
Îtîfaqa ku di 2012’an de çêkirin, herêmên Idlib, Heleb, Hema, Efrîn û derdorê wê di wek herêmên cudatir di nifûsa Tirkiyeyê de qebûl kirin. Herêma Efrînê ji bo hemû hêzan rewşeke dijwar bû. Bê bîra we, dema êrîş li ser Til Rifet çêbûn herî zêde Amerîka jê nerehet bû. Siyaseta parçekirina Kurdan dê tu encam jê neyê girtin. Ji ber ku hin caran dibêjin gelê Cizîrê baş e, nizanim yê vî milî Firatê cuda ye, ev armancên wan dabeşkirina gelê Kurd e. Wekî me got ev siyaset nagihîje armancên xwe. Herêma Cizîrê tam tiştên fermî nehatibin rojevê jî êdî tê nîqaşkirin, divê gelê me vê zanibe. Belkî di demên pêş de di nav herêmên Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê, di hin qadên navneteweyî de temsîliyetên xwe yên fermî bibînin û di hinek di nav civînên fermî de jî amade bin.
Ev girêdana xwe bi pêşveçûnên li herêma Cizîrê yan jî li herêma Efrînê girêdanek bi vî rengî heye ji bo pêvajoya çareseriyê, ji bo statuya giştî Sûriyeyê pêvajoyeke çareseriyê heye?
Li vir hinek hesabên Rûsya û Amerîkayê ve girêdayî ne. Eger ev hêz dest bi pêvajoyeke bi vî rengî bikin dê her tişt çareser bibe lê ev tê wê wateyê ku her tişt bi dawî bibe. Yanî alozî li Sûriyeyê xelas nabe. Her kes li gorî xwe behsa çareseriyeke siyasî dike. Li gorî van çareseriyeke siyasî nayê pêşxistin. Amerîka dixwaze dewleta Sûriyeyê qels bibe û yên herêmî xurt bibin û bikaribin ên herêmî bandoreke xwe li ser merkezê bidin çêkirin. Rûsya berevajî vê dixwaze hikumetê ji sedî sed zindî bike û li gorî wê tev bigere. Rûsya jî dixwaze herêmê xurt bike lê herêmiyeke hişk. Modela ku Rûsya dixwaze ava bike bi şiklê 3 meclisan e. Meclîsa jor, yên gel û yên herêmî yanî wekî federalîzmê ye lê pir hişk e. Demekê di hilbijartinên Tirkiyeyê de tiştek derxistin, Rûs û Tirk hema hema anîn rewşa ku Minbic bûye ya Tirkan, rojeveke wiha dan avakirin. Ev jî ji bo di hilbijartinan de derkevin ser ji sedî 50. Ji ber ku ne diyar bû ku dê Erdogan derkeve ser 50 yan na. Niha Idlibê jî li ser vê esasê dikin rojev, dîsa Efrîn jî bi vî rengî bû. Yan jî Efrîn serkeftineke mezin nebû ji bo Tirk û Rûsan, lê ji bo me Efrîn her tişt e.
Hûn wek hêzên Rojava – Bakurê Sûriyeyê dîsa ji bo herêma Firat û Efrînê li hemberî konseptên şer haziriyên we dê bi çi rengî bin?
Ez destpêkê ji bo Efrînê bibêjim; wek tê zanîn piştî Berxwedana Serdemê me qonaxa duyemîn da destpêkirin û ev jî di asteke baş de dimeşe. Mesela ku em vegerên Efrînê tenê me eleqedar nake, hesabên derdorê jî tê de bi bandor in. Di rojevê de ku operasyona Idlibê hate sekinandin, di heman demê de ji bo Efrînê tiştek bikeve rojevê, zehmet e. Dixwazim ji bo gelê me vê îfade bikim. Yek darek di destê Pûtîn de heye ku Tirkiyeyê bi kar tîne, ew jî darê Efrînê ye. Ne Efrîn û ne Kurd bin tiştekî ku Erdogan bibe ber destê Pûtîn nîn e. Piştî Tirka balafira Rûsa xist, Rûsan jî wisa dan nîşandan ku dê alikariyê bidin me û Tirk jî ji vê yekê tirsiyan xwe avêtin ber lingê Rûsan. Tirkan tawîz dan Rûsan, mijara Efrînê nebûya di Xûtayê de pêşketin ew qasî rihet nedibû. Di Helebê de jî wisa bû. Ji bo ku hêzên me di Minbicê de ber bi Efrînê ve neçin, Heleb teslîm kirin. Divê gelê me vê tiştê baş bizanibe, ji bo Rojava û Kurdistanê giştî Efrîn nebe, nabe. Eger em bixwazin vê hemleyê bikin hemleyeke mezin ji bo gelê me li dû me were, divê em jê re hinek hesap û tertîbên cuda çêkin. Ev herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê cihekî stratejîk digirin. Bi qasî ku gelê Kurd zilm û zordarî ji rejîmê kişand, gelê Ereb jî kişand û divê vê tiştê ji bîr nekin. Divê ji hêzên YPG, YPJ û QSD’ê re alîkar bin.
Gotineke we ya dawîn hebe, kerem bikin.
Em jî spasiya we dikin, ji ber ku we derfeteke wiha ji bo me çêkir. Êdî gelê divê bizane ku em di qonaxeke cuda re derbas dibin û divê em vê merhaleyê baş serkeftî bi encam bigirin. Çi qasî êşên me hebin jî divê em bi berxwedana xwe derbas bikin. Me dijmin şikand û em hatine astekê ku êdî em mafên xwe mîsoger bikin.