Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê yê ji Polîtîkaya Derve Berpirsyar Josep Borrell ragihand ku di çarçoveya danûstandinan de ya bi serkêşiya DYE’yê, herdu welatan li ser gera serbest li hev kirine.

Li gorî daxuyaniya Borrell, mîna daxwaza rêveberiya Prîştîne ji 1’ê Îlonê û pê ve li ser kesên ku bi nasnameya Sirp bikevin Kosovayê wê destûra rûniştinê li wan neyê ferzkirin. Belgrad jî wê destûra rûniştinê ya dide serlêdêrên bi nasnameya Kosovayî rake.

Prîştîneyê jî li gel destûra rûniştinê ya li sînorê Sirbistanê, biryara dabû ku plaqeyên li wesayitên Sirp ên li Kosovayê bi plaqeyên Komara Kosovayê bêne guhertin.

Ev tedbîr dawiya Tîrmehê li bakurê Kosovayê ku piraniya şêniyên wê Sirp e, bûbû sedema pêleke nû ya tundiyê.

Li ser zexta DYE’yê, Prîştîneyê bicihanîna van tedbîran heta 1’ê Îlonê taloq kiribû.

Borrel anî ziman ku di mijara plaqeyên wesayitan de bi Kosovayê re ti lihevkirinê nebûye.

Borrell got, “Kar hînê neqediya ye, hin pirsgirêk hîn jî li benda çareseriyê ne.”

Rêveberiya Belgradê, ti carî Kosova nas nekir ku di sala 2008’an de serxwebûna xwe ragihand.