Serokwekîlê Meclisê Sirri Sureyya Onder li meclisê der heqê biryarê de got:

Cezayên ku ji aliyê mehkemeyê ve li hevalên min hatiye birîn hemû neheqî ye.

Ev êrişeke li dijî hêviya ji bo çareseriyê ye. Ev encama wê ya yekê ye.

Encama wê ya duyemîn jî ew e; ev pêş-îdianameya mehkemekirina AKP’ê ye.

Wê siberojê AKP teqez were mehkemekirin.

Çima Jiber ku bi vê doza kumpasê hemû karên di dema prosesa çareseriyê de hatine kirine weke sûc hatine dîtin.

Piştî axaftina Onder AKP’iyan gengeşî derxistin.

Liser vê Siri Sureya Onder navber da xebatên civata giştî ya meclisê.