MÊRSÎN – Sîsê Bîngol a 85 salî ku ATK’ê rapora “Dikare li girtîgehê bimîne” da, ji ber înfaza wê bi dawî bû, bi şert tahliye bû. Peyama ewil a Sisê Bîngol aştî bû.  Saziya Tipa Edlî (ATK) der barê dayika 85 salî Sîsê Bîngol de rapora “Dikare di girtîgehê de bimîne” dabû. Bingol piştî înfaza wê qediya, tahliye bû. Sîsê Bîngol ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsusê girtî ye, bi îdîaya “Bi zanebûn alîkarî daye rêxistinê” rastî 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hatibû. Parêzera Sîsê Bîngol Prz. Gulşen Ozbek, beriya nîvro daxuyanî dabû û diyar kiribû ku dê ewil wê sewqî girtîgeha vekirî bike û piştre bi şert wê tahliye bike. Gulşen Ozbek, anîbû ziman ku dê îro di saetên êvarî de Bîngol tahliye bibe. Bîngol, ji aliyê malbatê ve hat pêşwazîkirin. Bîngol, dema hat berdan nexweşiya xwe anî ziman. Sîsê Bîngol, li ber deriyê girtîgehê peyama aştiyê da û daxwaza aştiyê anî ziman. Keça Sîsê Bingol, Hasbîke Kanmaz, diyar kir ku bi berdana dayika xwe pir kêfxweş e û got: “Ezê dayika xwe raste rast bibim Mûşê.  Sîsê Bîngol,  li gundê Badan ê Navçeya Gimgimê ya Mûşê di Nîsana 2016’an de hat binçavkirin û girtin. Bîngol, di serdegirtina malê de li gel 3 kesên din hat binçavkirin û piştre hat girtin. Ewil birin Girtîgeha Tîpa F a Mûşê. Di Hezîrana 2016’an de hat berdan. Di Nîsana 2017’an de dîsa hat girtin û rastî 4 sal û 2 meh ceza hat. Bîngol piştî rastî ceza hat ew dîsa şandin Girtîgeha Mûşê. Ji vir jî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsusê kirin. Sîsê îro ji girtîgeha Tarsûsê serbest hat berdan.