El Sîsî Serokkomarê pêşî yê Misrê ye ku piştî 1990’î Iraqê Kuweyt dagir kirî, çûyî serdana Iraqê. Ji ber dagirkeriyê têkiliya dîplomatîk a du welatan nemabû.

Van salên dawî têkiliya nav du welatan geş bû û gelek caran rayedarên payebilind ên du welatan bi darî hev ketin.

El Sîsî bi çarçoweya geşkirina têkiliya ewlehî, aborî, bazirganî û veberhênanê ya nav Iraq, Misir û Ordinê serdana Iraqê dike.

Ev serden her wiha di demeke wiha de ye ku êrîşên dagirkeriya qirker ên Tirk ên li ser başûrê Kurdistanê zêde bûne.