Li Iraqê dema ku ji bo diyarkirina serokwezîrê nû hate destnîşankirin bi dawî bû. Desthilatdariyê sê rojên din da pêşiya xwe.

Ayetûllah Alî Sîstanî ku otorîteya herî bilind a Şîa ye, xwest ku hikumeta nû di demeke kurt de bê avakirin û got, “Divê desteya wezîran ji demê re neyê hiştin. Divê qanûneke nû ya hilbijartinê bê pejirandin, komîsyoneke hilbijartinê ya neparîzan bê wezîfedarkirin û amadekarî ji hilbijartinên giştî re bê kirin.”

Heta niha her partiyê endamek ji vê komîsyonê re dişand. Lê belê komîsyon her tim dihate sûcdarkirin ku hîleyan dike.