Nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl li paytexta Îtalya Romayê li hev civiyan û bi wesîleya salvegera qetilkirina Giorgiana Masi çalakiyeke bîranînê pêk anîn. Di çalakiyê de piştgirî ji berxwedêrên greva birçîbûnê re hate nîşandan. Erol Aydemîr jî ku li dijî tecrîdkirina Ocalan 53 roj in li Romayê di greva birçîbûnê de ye, tevlî çalakiyê bû.
Aydemîr diyar kir, sîstemên dewletên faşîst hemû weke hev in û got, “Zîhniyeta dewleta faşîst ku sala 1966’an li Romayê xwendekarê zanîngehê Gioriana qetil kir, niha li Kurdistanê ciwan û zarokên Kurd qetil dike. Li girtîgehan 7000 girtî ketin greva birçîbûnê, 30 girtî jî dest bi rojiya mirinê kirin. Li Hewlêr, Strasbourg û deverên cuda yên dinyayê, grevên birçîbûnê didomin. Divê li her deverê li dijî faşîzmê têkoşîneke hevpar bê meşandin. Bi vî rengî em ê karibin xwe ji sîstemên faşîst rizgar bikin.”