Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi peyamekê pîroz kir.

Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan bi wesîleya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand.

Di destpêka peyamê de hate gotin, “Rojbûna Rêber Apo li Rojhilata Navîn bi taybetî li civaka Êzidî û gelên Kurdistanê pîroz be.”

Meclîsê diyar kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd ziman, têgihiştin, heqîqet û serdema rastiyeke jibîrkirî ye û wiha dewam kir:

“Ew kêlî ye ku hebûna li ber tinebûnê ji nû ve li hebûna xwe vegeriya. Çawa ku armancên komploya navneteweyî bi xeleka ji agir a li dora Ocalan hatin têkbirin, tecrîdkirin jî wê bi berxwedana bêhempa û bi derbên ku li hêzên tecrîdê ferz dikin tê xistin, wê tecrîdkirina Ocalan ji dawiya desthilatdariya AKP-MHP’ê bi xwe re binê û heqîqeta Rêberê Gelê Kurd mezin bike.

4’ê Nîsanê weke rojeke ku azadiya gelan û mirovahiyê pêk hat, ji ber vê yekê tecrîdkirina mirovekî azad ku rojeva xwe ya bingehîn azadî ye, tecrîdkirina gelan û mirovahiyê ye.

Em dibêjin 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan li gelan, li têkoşeran pîroz be û bang li alîgirên azadî, wekhevî û demokrasiyê dikin ku bibin dengê berxwedana wan a bi heybet.”