Şiyar Hemo yê Efrînî qala gelê Efrînê yê niha li Efrînê asê maye kir. Hemo diyar kir ku ew her roj di bin gefa êşkenceyê de ne.

Ji salekê zêdetir e ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê hatiye dagirkirin û gelê li Efrînê maye, her roj gefa êşkenceyê li ser wan heye. Yek ji van kesan jî Şiyar Hemo yê ji Efrînê ye.

Şiyar Hemo (31) yê ku dewleta Tirk û çeteyên wê êşkence li wî kiribûn, neçar mabû ku ji warê xwe derkeve û berê xwe bide Şehbayê. Hemo li Şehbayê ji ANF’ê re axivî û qala zext, êşkence, êrîş û gefên dewleta Tirk kir.

Ev bûye zêdetirî saleke ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin û gelê herêmê yên ku di hundirê Efrînê de mane her roj di bin gef êşkenceyan re derbas dibin û yek ji wan kesan Şiyar Hemo yê ji Efrînê ye.

‘DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ BI HOVANE NÊZÎ GELÊ EFRÎNÊ DIBIN’

Hemo di axaftina xwe de diyar kir çeteyên dewleta Tirk ji bo pereyan mirovan direvînin û mal û milkê gelê herêmê desteser dikin. Hemo got ku “Dewleta Tirk û çeteyên wê di heman demê de şûnwarên dîrokî talan dikin û bi şev dikevin malan û destdirêjiyê li jinan dikin. Zarokên Efrînê yên ku salek berê bi Kurdî perwerde dibûn lê îro bi darê zorê Tirkî û Îslamiya radîkal li ser wan tê ferzkirin. Her sibeh zarok bi gotina ‘Allahû Ekber’ dest bi dibistanê dikin. Bi hezaran ciwanên li herêmê nikarin ji malên xwe derkevin û biçin ba xizmên xwe. Ji bo ku karibin biçin ba xizmên xwe yên 2 kîlometreyan dûr, divê pereyan bidin çeteyan. Çeteyên dewleta Tirk dikarin ji bo dolarekê li kalekî 80 salî bidin.”

‘GELÊ EFRÎNÊ TU XÊR JI ZEYTÛNÊN XWE NEDÎT’

Hemo diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê dest datînin ser 10 ji sedê zeytûnan û got ku “Ligel ku çeteyan û dewleta Tirk zeytûn desteser dikirin dîsa jî çete tên ji gelê Efrînê zeytûnan dixwaze. Li gundê me niha 150 çete hene, ez zeytûnan bidim wan, tiştek ji min re namîne. Çete tên ji serê malê 10 teneke zeytûnan dibin.”

‘JI BER KU EM KURD IN, EM TÊN ÊŞKENCEKIRIN’

Hemo diyar kir ku dema dizanin em Kurd in, yekser tên êşkenceyê li me dikin û got ku “Dema ku fêm kiribûn ez Kurd im, ez revandibûm û êşkence li min kirin. Ji ber êşkenceyê tiştên ku mirov nekiribe jî, mirov dibêje min kiriye. Di dema zindanê de, hevalên me jî diyar dikir ku ji ber ku ew Kurd in û pere nedane çeteyan, ew hatine girtin.”

‘ZEXTÊN MEZIN LI SER JINAN HEYE’

Hemo bal kişand ser vî tiştî ku zexteke mezin li ser jinan heye û got ku “Ji ber ferzkirina çarşefa reş, ferq di navbera jinên çeteyan û jinên herêmê nemaye. Heta ku tiştek ne pêwist e, jinên herêmê nikarin biçin sûkê. Di heman demê de çete gel ji malên wan derdixin û çeteyên ji Îdlîbê li van malan bi cih dikin. Carekê çeteyên bi navê Şerqiye hatin ji jinekê re gotin, tu yê li odeyekê û çeteyên ji Îdlîbê jî hatine wê li odeyeke mala te bimînin. Dema jinikê diyar kir ku ew qebûl nake, çeteyan diyar kir ku tu biçî ba Erdogan jî gilî bikî, em ê ji mala te dernekevin.”

‘XWEZAYA EFRÎNÊ TÊ WÊRANKIRIN’

Hemo bal kişand ser vî tiştî ku Çiyayê Reşo hatiye şewitandin û got ku “Çeteyan li gundê Erebo yê Mabatayê bi hezaran darên zeytûnan birîn û xwestin wan êzingan jî bifiroşin. Di heman demê de li gundê Dêrwîş ê Racoyê jî dewleta Tirk balefirgeha ji bo helîkopteran ava dike.”

Şiyar Hemo diyar kir ku di salekê de, ew bi tenê 3 caran daketiye sûkê û bi darê zorê li dikanan alaya Tirkiyeyê hatiye daliqandin.

Şiyar Hemo bang li dewletên navneteweyî kir ku bila werin Efrînê, bi çavê serê xwe bibînin.