Girê Spî ku wek Til Ebyed jî tê naskirin, bi 100 kîlometreyan dikeve bakurê bajarê Reqayê. Her wiha Girê Spî, Kobanê û herêmên Cizîrê bi hevdu ve girê dide. Li sînorê Tirkiyeyê yê Akçakaleyê dinêre û ji aliyê çandiniyê ve jî piraniya erdên wê avî ne. Ji ber wê jî welatiyên wê herêmê piraniya xwe bi çandiniya genim û ceh ve mijûl dibin.
Li Girê Spî gelek pêkhate bi hevdu re dijîn. Pêkhateyên sereke yên Gire Spî Kurd, Ereb, Ermen û Suryan in. Hemû pêkhateyên herêmê bi hev re di nav aramiyê de dijîn û tu nakokî di navbera wan de nîn e.
Rêjîma Baas di sala 2012’an de ji bajarê Girê Spî vekişiya û gelek taburên cuda yên wekî taburên Ehrar El-Şam, El-Farûq, Cebhet El-Nusra û hwd. xwe di nava wê herêmê de bi cih kir. Di wê demê de derdora 106 tabur derketin holê. Dewleta Tirk bi awayekî veşartî alîkariya tabura El-Farûq û Cebhet El-Nusra dikir. Ji ber wê jî Kurdên herêmê ji warên xwe koçber dikirin. Lê tişta balkêş ew bû ku yên ku ji warên wan hatin derxistin, piraniya wan Kurd bûn. Ev jî encama siyaseta dewleta Tirk bû û destê çeteyan pêk dihat.
Hejmareke mezin welatiyên Ereb bertek nîşanê van kiryaran dan û digotin ew û Kurdan bi hev re dijîn, nabe ku Kurd ji warên xwe werin koçberkirin.
Di sala 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê Girê Spî dagir kir, di nava şev û rojekê de ew taburên ku bi navên cuda xwe bi rêxistin kiribû, yekser ji holê winda bûn û tavilê çeteyên DAIŞ’ê bûn. Dewleta Tirk jî destek dida wan, da ku ji çeteyan re bibin alîkar. Wê demê deriyê di navbera Girê Spî û Tirkiyeyê de di deste çeteyên DAIŞ’ê de bû. Lewma ev dibû sedem ku dewleta Tirk bi her awayî alîkariyê bide van çeteyan.
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê Girê Spî dagir kiribû, xebatkarên konsolosxaneya Mûsilê ya Tirkiyeyê di destê çeteyan de bû. Li ser lihevkirina DAIŞ û dewleta Tirk çeteyan xebatkarên konsolosxaneyê di ser deriyê Girê Spî re derbasî Tirkiyeyê kirin. Wê demê têkiliya dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ ê bi hev re kûr bû û bi hev re amadekariyên êrîşa li ser Kobanê dikirin.
Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li Girê Spî xwe bi cih kir, ev der wek cihekî stratejîk bi kar anîn. Dewleta Tirk bi rêya çemê Celab ku dikeve rojhilatê Girê Spî, çek û cebilxane derbasî gel çeteyan dikirin û çeteyan jî ji wir jî dibirin Reqayê ku ji xwe re wek paytext pênase dikirin.
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê ew herêm dagir kiribû, bi zagonên xwe yên zordar desthilatdariya xwe li ser welatiyan ferz dikir. Jin ji xwe re kiribûn kole û yek roj bê kuştin û lêdana mirovan derbas nedibû.
Girê Spî tê rizgarkirin
Piştî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê zilma li ser gel zêde bû. YPG û YPJ’ê jî ji bo azadkirina herêmê amadekariyên xwe kirin û keç û xortên herêmê ref bi ref beşdarî nava YPG-YPJ’ê bûn.
Operasyona rizgarkirina Girê Spî dest pê kir û Girê Spî di 15 Îlona 2015’an de ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê hate rizgarkirin.
Piştî ku Girê Spî ji çeteyan hate rizgarkirin, gelek sazî, meclis û welatiyan bi rêya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bingeha rêxistina xwe ava kir. Her wiha jinan jî li Girê Spî di sazî û rêxistinan de cihê xwe girt.
Armanca dewleta Tirk
Di navbera pêkhateyên Girê Spî de tu nakokî nîn in. Berovajî wê hemû pêkhateyên herêmê bi jiyana xwe ya hevbeş tên naskirin. Dewleta Tirk a dagirker ku ji vê aramiyê ne razî ye, dixwaze nakokiyan di navbera gelan da derxe, ji bo wê jî niha êrîşî ser vê herêmê dike.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku di sala 2015’an de dest pê kir, di van demên dawîn de zêdetir bûn. Ev êrîş bi taybet li hember gundê li ber sînor ên wekî Til Finder, Sosik, Yabse û El-Esel zêdetir pêk tên.
Gelek caran dewleta Tirk li ser navê çeteyên DAIŞ’ê di nava bajêr de tevlihevî çêkir. Armanca wan jî ew bû ku welatiyên herêmê ji hev dûr bixin, nakokî û bêbawerî di navbera gelan de çêkin û bi rêkê jî careke din bajêr dagir bikin. Li aliyekî din jî yek ji armanca dewleta Tirk ew e ku bi van êrîşên xwe gelên li ser sînor koçber bike. Lê welatiyan jî li hember van êrîşên dewleta Tirk diyar kir ku wê tu carî warên xwe bernedin.
Di êrîşên dewleta Tirk de ku bi armanca dagirkeriyê berdewam dikin, di 28’ê Cotmeha 2018’an de li gundê Til Finder şervanekî Erka Xweparastinê şehîd bû. Piştî vê jî êrîş nesekinîn û 1’ê Mijdara 2018’dan zaroka 6 salî ya bi navê Sara Mistefa hat qetilkirin.
Piştî van kuştinên dewleta Tirk 2 nûçegihanên ajansa me ku li herêmê nûçe dişopandin, ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin hedefgirtin û di encama êrîşan de birîndar bûn.
Der barê vê mijarê de, cîgeri hevserokê kantona Girê Spî Sebrî Mistefa tekez kir ku dewleta Tirk di bin navê qaşo têkoşîna li hember terorîstan de êrîşî gund û bajarê wan dike. Mistefa got ku heya niha li bajarê wan gelek caran teqînan rû dane û got ku ev teqîn bi destê dewleta Tirk tên kirin, armanca wan jî di bajar de tevlihevî derxistin e.
Sebrî tekez kir ku ruxmî hemû êrîşan jî wê axa xwe bernedin û têkoşîna xwe berdewam bikin. Sebrî di berdewama axaftina xwe de operasyona ku li Dêrazorê bi armanca tunekirina DAIŞ’ê dewam dike û wiha pê de çû: “Dewleta Tirk ji bo ku DAIŞ’ê ji tunebûnê rizgar bike, van êrîşên xwe zêde dike. Êdî bi xwe yekser êrîşan dike.”
Sebrî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hêzên navneteweyî kir ku li hember kiryarên dewleta Tirk bê deng nemînin û got divê rêxistinên mafên zarokan jî li hember kuştina zarokan xwedî helwest bin.
ANHA