Endama Meclîsa Şaredariyê ya Partiya Moderat a Swêd Makbûle Çolak got ew bawer dike, li gel hemû zext û zordariyên Erdogan jî HDP ji hilbijartinê wê xurt derkeve, xwest ku hilbijêr dengê xwe bidin aştî û demokrasiyê û HDP’ê.

Li Swêdê ne tenê siyasetmedarên ji partiya çepgir, partiya muxafazakar a Moderat û yên rastgir jî ku demeke dirêj destekê dide AKP’ê, li dijî êrîşên AKP-MHP’ê yên li ser Kurdan û mafê mirovan helwestê nîşan didin.

Makbule Çolak ku di nav eniya Partiya Moderat de siyasetê dike û li Şaredariya Gavle temsîla partiyê dike li dijî êrîşên li ser Rojava ên dewleta Tirk, li ser helwesta dewleta Tirk a li dijî Kurdan û HDP’ê axivî.

ERDOGAN DIJMINATIYÊ DIKE

Çolak got Erdogan her roj heqaretê li bawerî û nasname û gelên din dike, çi kesê ku weke wan nafikirin, muxalefetê li tifaqa AKP-MHP’ê dikin ji wan re terorîst dibêje û got di rewşeke wiha de mirov nikare behsa azadiyê û demokrasiyê bike û diyar kir, li Tirkiyê azadî û demokrasî tenê ji bo alîgirê AKP-MHP’ê heye.

Çolak her wiha bal kişande ser wekîl, nûçegihan, akademîsyenên girtî û got, di rewşeke wiha de nikarin bi kesî bidin bawerkirin ku demokrasî heye û hilbijartinên dadmend hene.

ATMOSFERA TIRSÊ ÇÊKIRIYE

Çolak bi berdewamî got, ”AKP û Erdogan atmosfera tirsê ava kirine, mirov ji tirsa bê ka wê çi bi serê wan were bêdend dimînin û di rewşeke wiha de ku nikarin îtîrazê bikin, ne pêkan ek u di hilbijartinê de vîna gel xuya bike.”

Çolak hilbijartina 24’ê Hezîranê weke çavdêr hatibû Tirkiyê, hatibû astengkirin û destgîrkirin.

BEHSA ZEXT Û DEK Û DOLABAN KIR
Çolak ku li li gundên Tetwanê di hilbijartinê de çavdêr bû got, ”Li avahiyên ku wê hilbijartin bihata kirin gelek leşker û cerdevanên dest bi çek hebûn. Jin û zarokan nêwêrîbûn ku derkevin derve. Li ser sendoqan tenê MHP’yî û AKP’yî hebûn. Demak u me pirsî bê ka çima ji partiyên din kes nîne, gotin, ew nehatine. Ji ber tirsê li ser sendoqan ji muxalefetê kes nebû.”

NEHIŞTIN KU DENG BIDIN HDP’Ê

Çolak got, tiştên ku dibin li welatên demokratîk nabin û diyar kir, ”ev dîktatorî ye”.

Çolak her wiha got, ”Zarfên ku avêtin sindoqê ne girtî bûn. Ji bo ku gel dengê xwe nede HDP’ê her tişt kirin. Sindoq neşandin hin gundên ku hilbijêrên HDP’ê hebûn. Ango nehiştin ku gel deng bide. Gelek zext li ser me çavdêran jî kirin. Dijûn li hevalên min ên Swêdî kirin. Gotin, ”ev çima hatine vir? Bila biçin li welatê xwe binerin”. Dijûnên giran li me kirin.”

Çolak got dema ku deng hatin hilbijartin gelek çavdêr nekirine hindir, piştî ku hilbijartin qediyan ew hatine destgîrkirin, 6 saetan ew destgîrkiriî maen, piştî ku berdane jî, heta ku ew hatine Amedê polîsan ew şopandine.
DIXWAZIN ÇAVDÊR JI EWROPA NEYÊN

Çolak herî dawî got dewleta Tirk bi zextê û tirsê armanc dike ku ji Ewopayê çavdêr neyên Kurdistanê û Tİrkiyê û got, ”Li ser HDP’ê sûcdarkirinê FETO’bûnê û terorîstbûnê pir komîk e. Li gel hemû astengî û propagandayan jî wê HDP bi ser bikeve.”