Serokê Partiya Aştiya Demuqrat Telal Mihemed û hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê gotin, gotineke Rêber Abdullah Ocalan dikare pirsgirêkên Rojhilata Navîn û Kurdistanê çareser bike.

Rejîma dewleta Tirk ji sala 1999′an ve tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne û ji Adara 2021′ê ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan ve nayê girtin.

Serokê Partiya Aştiya Demuqrat Telal Mihemed anî ziman;

“Em ji ferzkirina tecrîdê matmayî namînin. Rola birêz Abdullah Ocalan di qada siyasî û civakî ya Kurdistanê de aktîf e, lew ra jî tecrîdeke giran li ser wî dimeşînin.”

Telal Mihemed got: “Gotinek tenê ya birêz Ocalan dikare gelek pirsgirêk û aloziyan çareser bike.”

Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê jî anî ziman:

“Li Rojhilata Navîn bi mîlyonan Kurd ji maf û azadiyê bêpar hatine hiştin. Lê mirovê ku ji bo parastina van mîlyonan kes rabûn, hatiye girtin û di bin tecrîda giran de ye.”

Ehmê destnîşan kir ku tevahî rêxistin û saziyên navneteweyî li hemberî tecrîdê bêdeng in û anî ziman:

“Divê Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî der barê rewşa Rêber Abdullah Ocalan de ji bêdengiya xwe derkevin û helwestekê nîşan bidin.”

Hevseroka Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê di dawiya axaftina xwe de got: “Divê gel xwe birêxistin bike. Xwedîderketina li ramanê Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna ramanê wî bi rêxistinbûyîna gel pêkan e.”