Ji bo sermijartina ku 21’ê Adarê li Îngilistan û Galê bê kirin, siyasetmedar û rûspiyên Kurdistaniyan bang li Kurdên li Qraliyeta Yekbûyî kirin ku di sermijartinê denasname û baweriya xwe qeyd bikin.
Li Îngilistan û Galeyê her 10 salan carekê serjimartin tê kirin. Îsal jî wê 21’ê Adarê roja Yekşemê pêk were. Li gorî lêkolînên akademîk li Qraliyeta Yekbûyî derdora 500 hezar kUrd hene. Herî dawî di serjimartina sala 2011’an de tenê 49 hezar kesî ragihandibûn ku ew Kurd in.
Ji bo serjimartina vê carê ku li cejna neteweyî ya Kurdan li Newrozê rast tê, siyasetmedar û rûspiyên Kurdistanî bang li Kurdên li Qraliyeta Yekbûyî kirin ku di sermijartinê de nasname û baweriya xwe destnîşan bikin.
Endamê Meclîsa PYD’ê Salih Muslim bang li Kurdên li Brîtanyayê kir û got, “Divê her kes di serjimartinê de xwe weke Kurd qeyd bikin. Ji bo gelê Kurd baştir bê naskirin, ji bo xurtkirina dîplomasiyê ev yek wê bibe wesîle. Em li her derê bi nasnameya xwe serbilindin. Dinya tev zane ku gelê Kurd li dijî terorîzmê têkoşiya û pê serbilindin. Divê gelê me vê mijarê cidî bibîne û her Kurd di serjimartinê de nasname û zimanê xwe destnîşan bikin.”
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî got, “Ev dem ji bo gelê me yê li Qraliyeta Yekbûyî girîng e. Bang û rica min ji gelê me ew e ku di serjimartinê de nasnameya xwe ya neteweyî qeyd bike. Encamên civakî û siyasî yên vê yekê wê hebin.”
Ji Partiya Karker Parlamenter Feryal Clark jî got, “Eger civaka me dixwaze xizmetên tenduristî û perwerdeyê bi rengekî başt werbigire divê teqez nasname û baweriya xwe qeyd bikin.”
Parlamentera berê ya HDP’ê û aktîvîsta TJK-E’yê Besîme Konca destnîşan kir ku mafê her kesî ye, di serjimartina li Îngilistan û Galê de bi nasnameya xwe ya etnîkî tevlî bibe.
Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Tayîp Temel bal kişand ser girîngiya qeydkirina Kurdan bi nasnameya xwe ya neteweyî di serjimaritnê de û got, “Ev yek wê tevkariyê li perwerde, çand, dîplomaisyê bike.”
Parlamenterê berê yê HDP’ê û Serokê FEDA’yê Demîr Çelîk jî got, “Lİ Tirkiyeyê şert û merc nîne ku Kurd û Elewî xwe bi hebûna xwe qeyd bike, divê gelê Kurd vê şensa xwe ya li Îngilistan û Galê bi kar bîne.”
Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê Ercan Akbal, Hevserokê Komeleya Çandê ya Karkerên Koçber Îbrahîm Avcil û Serokê Komeleya Kirkisraklilar lêkolîner nivîsa Ahmet Guven jî daxuyanî dan û bang li gelê Kurd kir ku xwe bi nasname û baweriya xwe qeyd bikin.
Heta 21’ê Adarê roja Yekşemê wê ji her malê re name bê şandin ku koda qeydkirinê tê de heye. Bi rêya vê kodê li malpera www.census.gov.uk wê qeyd karibe bê kirin.