Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî derbarê bomberdûmana li ser Şengal û Mexmûrê diyar kir ku divê li dijî van êrîşên dagirker gelê Kurd û civaka Êzidî dakevin qadan.
Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî derbarê bomberdûmana li ser Şengal û Mexmûrê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Îşev seet di 12’an de zêdetirî 50 balefirên şer a dewleta dagirker a Tirk hemwext êrîşî Şengal û wargeha Penaberan a Mexmûrê kir. Li gorî agahiyan nexweşxaneya li Serdeştê a li çiyayê Şengalê hatiye bombebarankirin. Di heman demê de Geliyê Şîlo, li cihê ku Endamê Koordînasyona Êzdîxanê û Fermandarê mezin Zekî Şengalî (Mam Zekî) di 15 ê Tebaxa 2018’dan ji aliyê heman hêzan ve hatibû şehîd kirin, hate bombebarankirin. Bajarê Xanesor û gundê Barê jî rastî heman êrişan hatin. Hîn ne zelal e ka çendî birîndar û kuştî hene. Divê bê zanîn Şengal û cihên ku dewleta dagirker a Tirk bi hewayî êriş kirin, warê sivîlan e.
Em bi bîr dixin ku civaka Êzîdî rastî qirkirina ji aliyê çeteyên DAÎŞ ê û hevkarên wî di sala 2014’dan hatibû, ji 2017’dan dewleta faşîst a Tirk hewl dide fermana nîvço mayî temam bike. Li Efrînê di sala 2018’dan tevahî gundên Êzîdiyan dagir kirin û bi hezaran Êzîdî qetil kirin. Herî dawî di Çileya 2020’an de dîsa bi êrîşeke hewayî li Digura ser Sinunê/Şengalê 4 endamên YBŞ û di nav de Fermandar Zerdeşt Şengalî qetil kir.
Fermana 74’an li ser bingeha tunekirina civaka Êzîdî û pûçkirina Şengalê bi pêş ket. Hikumeta AKP û MHP bi serkêşiya Erdogan bi tû awayî hebûna û azadiya Êzîdiyan tehemûl nake. Li ku derê ferdek azad û jina azad lê hebe, li wê derê li pêşberî raya giştî a cîhanî êriş dike! Ne jixweber e ku ev êrîş bi vegera Şengaliyan ji Kampên Başûrê Kurdistanê ber bi Şengalê ve rastî hev hatin. Di van 3 rojên dawî zêdetirî 50 malbatan xwe gihandin cîhê pîr û kalan.
Em Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî û gelek sazî û rêxistinên Êzîdiyan me bi dehan caran bal kişandiye ser xeteriya berdewama fermanê him li Şengalê û tevahî Kurdistanê. Bi dehan caran me bang li saziyên peywendîdar di serî de hikumeta Elmanyayê û Yekîtiya Ewropayê kirin ku endamê wan yê NATO’yê Tirkiye bi êrişên li dijî mirovayetiyê sûc dike û divê were rawestandin. Bi serkêşiya Erdogan dewleta dagirker a Tirk bênavber êrişên sîvîlan dike.
Em hemû di cihanekê de dijîn. Divê em vê cîhanê bi hev re bimeşînin û bi têkoşîna xwe ya hevbeş dawî li qirkirinan, li sûcên mirovahiyê, li femînîzîdê bînin. Divê em di vê kêliyê de, bi perpespektîfa pêşerojê bi hev re tevbigerin. Di serî de jin, ciwan û tevahî gelan, werin em bi hev re ji bo azadiyê û demokrasiyê berxwedaniya xwe bi rêxistinkirî bê cudahiya netewan, baweriyan, rengan, qadan mezin bikin û aşitiya mayînde li vê cîhanê bînin!
Pergala konfederalîzma demokratîk a li ser têkoşîna jinê tê avakirin û jiyîn, mîsogeriya vê ye.
Li ser van esasan em bang li tevahî civaka Êzîdî û kesên demokrat û sosyalîst dikin tevlî bangawaziya TJK-E û KCDK-E ya ji bo çalakiyan bibin.”