Ji aliyê Şopdarên Rojê ya girêdayî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPJ`ê ve îro li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê pêşangeheke wêneyan hat vekirin.

Deriyê pêşangehê ji aliyê dayikên şehîdan ve hat vekirin, paşê yek ji berpisyarên navenda Şopdarên Rojê Reşo Kasan axivî û wiha behsa berxwedaniya Efrînê kir.

Di pêşangehê de 100 wêne hatin pêşkêşkirin û her wiha roman û pirtûkên li ser berxwedana YPG û YPJ`ê hene. Her wiha kurtefîlmek li ser şerê Efrînê hat pêşkêşkirin.

Pêşangehê ji seat 9.00’an heta seat 19:00’an vekirî ye. Pêşangehê ji Dêrikê dest pê kir û li hemû bajarên bakurê Sûriyeyê dê bê pêşkêşkirin.