Kurdên ku li paytexta Îngilistan Londonê li hev kom bûn, tevî komên enternasyonalîst, femînîst û komên piştevaniyê, salvegera 8’an ê Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Girseya gel roja Yekşemê li navenda Londonê li hev kom bûn û piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê, dest bi pîrozbahiya salvegera şoreşa Rojava kir.

Organîzasyonên Kurdish Solidarity Campaign, Kongra-Star, Rojava Solidarity, Latin Assembly, Îran Kollectifi, rêxistinên Feminist û Kurdistan Solidarity li qada Trafalgar a navdar Şoreşa Rojava pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de alên YPG, YPJ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Şoreşa Rojava” hatin qîrîn.

Di mîtîngê de hate ragihandin ku Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê veguheriye şoreşa gelan a Sûriye û Rojhilata Navîn û hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava bi taybetî şoreşa jinê ye.

Ji organîzasyona Womend Defend Rojava Katîe got, “Şoreşa Rojava mînakeke ji dinyayê re. Divê êriş û zextên li ser Kurdan tavilê bi dawî bibin.”

Bi navê Asambleas Chilena & Latinas Unidas jî Paûla axivî û got, “Li welatê min li Efrîkaya Başûr polîs û hêzên çekdar mîna li Tirkiyeyê li Kurdan dikin, dest daviêjin jinan, li febrîqeyan, li her deverê, êriş li jinan tê kirin. Tundiya li dijî jinê cihê şermê ye, divê tavilê bi dawî bibe. Rojava ew dever e ku azadiya jinê lê pêk tê.”

Ji KSN-Jin and Women Defend Rojava jî Esther Grace axivî û got, “AKP û dewleta Tirk a faşîst careke din li dijî gelê Kurd êrişên dagirkerî û qirkeriyê dike. Paralelî vê yekê bi taybetî êrişên giran li dijî jinan tên kirin. 3 jinên Kurd ên siyasetmedar li Amedê bi êşkenceyê hatin destgîrkirin. girtina jin ên rojnamevan, aktîvîst zêde bû.”

Ji nûnerên PYD’ê yên li Londonê Alan Şemo jî şoreşa Rojava silav kir û got, “Gelê Kurd gavên mezin avêtiye. Tarîtiya DAÎŞ’ê bi şoreşê ronî kiriye.”

Girseya gel piştî axaftinan li ber erbaneyê govend gerand.