Stasyona paqijkirina avê û kanalîzasyonê ya li bajarokê Mensûra yê li rojhilatê Tebqayê bi nîvê enerjiya xwe dixebite. Ji ber ku gelek alav jê kemin û rojê tenê 8 saet elektirîkê digre.

Stasyona paqijkirina ava kanalîzasyonê ya li bajarokê Mensûra yê rojavayê bajarê Tebqayê yek ji hêmanên tendirustî û çandinî yên girîng in. Ji ber ku ava kanalîzasyonê ya ku ji tendirustiyê re zirar e û nexweşiyan belav dike, paqij dike. Her wiha li ser wê avê zeviyên çandiniyê tên avdan.

Stasyon li gor ji sedî 50 ji enerjiya xwe dixebite. Ji ber gelek alav kêm in da ku stasyon avê tesfiye bike. Li rexê jî stasyon di rojê de tenê 8 saetan elektirîkê distîne.

Hevserokê Şaredariya Gel a Mensûra, Elî Husên diyar kir ku pêdiviya stasyonê bi 16 saetên xebat û elekrtîka bê navber heye, da ku bi awayekî baş bixebite.

Derbarê girîngiya stasyonê de Husên wiha got: “Stasyona ava xaf û giran tesfiye dike da ku ji avdana zeviyên çandiniyê û prakan re guncaw be. Her wiha jî hin made ji avê tên derxistin û weke semad tên bikaranîn. Stasyon hawîrdorê ji madeyên jehrê paqij dike. Avê ji torên kanalîzasyonê dikişîne û bi wê re jî pir pirsgirêkên kanalîzasyon tên çareserkirin.”

Şaredariya Gel a Mensûra stasyona kanalîzasyonê di meha Tebaxa borî de bi bodceya miylon û nîvekê, amade kir. Piştre hin alavên ku beriya zirgarkirina bajarok hatibûn dizîn, hatin dabînkirin.

Husên got: “Şaredariyê torên kanalîzasyonê yên sereke piştî kolanê, sererast kirin. Her wiha tor bi boriyên mezin ên bi dirêjahiya hezar û 50 m hatin guhartin. 37 kunên ji bo baranê li kolanan hatin vekirin. Vê projeyê ji sedî 95 pirsgirêka çiravên li herêmê, çareser kir.”

Derheqê xebatên pêşerojê yên stasyonê Husên wiha got: “Berdewamkirina xebatên restorakirina torên kanalîzasyon, dabînkirina pirsgirêka kolandinên pîşeyê li kolanan û xebata li ser peydakirina kêmasiyên stasyonê yên heyî da ku stasyon bi giştî bê amadekirin.”