Di 18’ê Îlonê de Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li gel şandeya Iraqê ji bo beşdarbûna 78’emîn civîna Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî çû Emerîkayê.
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî di hevpeyvînek li gel qenalê CNN ya Emerîkayê li New York’ê de ragihand ku niha pêwîstiya Iraqê bi hêzek şerker a biyanî nîne ev çi hêzên Emerîka yan jî welatên hevpeyman yên navneteweyî be, niha hêza emnî ya Iraqê di hemû waran de di astek pêşketî deye.
Sudanî derbarê êrişên dagirkeriyê yên Tirkiye û Îranê yên li ser xaka Iraqê de jî anî ziman, her destwerdana li ser sînorê Iraqê red dikin, çi ji aliyê Tirkiyeyê, çi ji aliyê Îranê ve bê kirin û got:
“Em pabendin ku rê nadin ti komek çekdar ji nav xaka Iraqê êrişî welatên cîran bike.”
Serokwezîrê Iraqê Sudanîg di dewamê de diyar kir ku li gel Tirkiyeyê di nava guftugoyan dene:
“Her êrişa li ser saziyên emnî bê kirin red dikin. Di derketina her nêrîn-têbîniyekê de pêwîste bi rêya lijneya hevbeş diyalog li ser bê kirin û çareserkirin. Biryarên me yên li ser esasê berjewendiyên netewa me hene, em teslîmî xwestekên hinek din nabin û ji serweriya Iraqê tawîzê nadin.”