Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) êrîşên hewayî yên dewleta Tirk ên dijî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê weke êrîşên tirsonek nirxand û li dijî êrîşan peyama: ”Emê li ser axa xwe li berxwe bidin, me çawa berê serî netewandibe, emê niha jî netewînin. Banga me ji dayîk û jinan re ye ku li dijî êrîşan berxwedan û têkoşînê mezin bikin.”

Balafirên F-16 û balafirên bêmirov ên biçek şevê din di saet 22.00’an de li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Dêrika Rojavayê Kurdistanê êrîşeke berfireh lidarxistin. Di encama van êrîşên bi saetan ajot de bi dehan cih hatin hedef girtin. Di êrîşa Mexmûrê de 2 şehîd û bi dehan birîndar çêbûn.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  bi daxuyaniyekî êrîşên dewleta Tirk ên şevê din şermezar kir û banga bilindkirina têkoşînê li dayîk û jinan kir.

TAJÊ êrîşê weke êrîşeke tirsonek binav kir û wiha hate gotin: ”Êrîşên şevê din ji êrîşên DAIŞ’ê yên Hesekê û girtîgeha Sinaa qut nîne. Di rastiyê de yê li Hesekê têkçû dewleta Tirk bû û nekarî girtiyên DAIŞ’ê derxe, ji bo careke din êrîşê Şengal û Rojava bike. Ya xwest bi DAIŞ’ê bike, ji ber negihîşt hedefa xwe vê carê bixwe kete dewrê.”

TAJÊ hevdîtina Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî ya li gel sefîrê Tirk jî bibîrxist û got: ”Piştî êrîşa ser Hesekê Kazimî serdana Şengalê kiribû û piştî vegeriya li gel sefîrê Tirk hevdîtin kiribû. Pêkhatina van êrîşan piştî wê hevdîtinê jî tesadûf nîne. Helwesta Kazimî û hikûmeta Iraqê a li bermaber civaka me sosrete. Dema êrîş dijî Şengalê pêktên, deng ji hikûmeta Iraqê dernakeve. Daxuyaniya Şaneya Ragihandinê ya Ewlekariya Iraqê daxuyaniyeke bêçare û ne wêrek da.”

Di dewama daxuyaniyê de TAJÊ diyar kir herçend dewleta Tirk navê hemleyê li van êrîşên xwe kiribe jî, lê êrîşên wan êrîşên beriya mirinê ne û got: ”Ev hemleya wan hemleya têkçûn û binkeftinê ye. Hemleya nefesa taliyêye.”

TAJÊ diyar kir wê ev êrîşên berdewam nekarin wan ji axawan bikin û ev peyam hate dayîn: ”Em carek din dibêjin, emê dset ji axa xwe bernedin, li vir li berxwe bidin, çawa pêşiyên me serî li ber wan netewandibin, emê jî serî netewînin.”

TAJÊ dazanîn gel êdî xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî amadekiriye û wisa jî tevdigere û wiha dirêje bi daxuyaniyê da: ”Em berxwedana şervanên xwe pîroz dikin, sekna gelê xwe ya li hember êrîşan pîroz dibînin. Wê sekna gelê me Şengalê berbi xweserî û azadiyê ve bibe.

TAJÊ her wiha bang li civaka Êzidî kir û got: ”Divê civaka me bizane ev êrîş ne tenê li ser yekîneyekêye, ev êrîş hebûna me ya netewî û dîroka me hedef digire. Em bang li gelê xwe dikin, ji hêzên xwe re bibin mertal. Divê dema dîrokî de roleke girîng dikeve ser milê dayîkên Êzîdxanê.”

TAJÊ di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji kampa Mexmûrê re xwest û şifayê ji birîndar re xwest.

(bz)