Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî biryara Amerîka ya ji bo girtina sê pêşeng û şoreşgerên Tevgera Azadiya KurdistanêC emîl Bayik, Mûrad Karayilan û Dûran Kalkan daxuyaniyekî nivîskî da.
TAJÊ’yê biryar şermezar kir û got; “Tevgera PKK’ê tevgereke ku ji bo hemû hebûna gelan bûye çavkaniya jiyana azad, heman demê de bûye tirsa hêzên tarî yên ku jiyan li jina û hemû mirovahiye kiriye tarî. Em van daxwuyaniyan şermezar dikin û ev jî êriş birina ser hemû mirovahî û jina ye.

PKK roja ku derketiye hata îro li dijberî hêzên ku li dijî mirovahiyê ne têkoşîn kiriye. PKK ji bo hemû gelên heremê û jina bûye vejînek nû. Ji ber ku bûye vejînek nû jî bûye sedem ku bingehê hêzên dijminê mirovahî yê bê hejandin. PKK bû ye wesîleya ku çavên gelan li hemberî hêzên mêtîngeh vebe, xwe bawer bikin û li hemberî pêkanînên wan ên ku ji bo hebûna xwe berdewam bikin,  xwe li ser piyan bêhêlin jî bûye çavkaniya hêza tekoşînê.”

‘PKK ji bo me bûye çavkaniya xwe naskirinê’

TAJÊ’yê di berdewamiya daxuyaniya xwe de bal kişand ser girêdana gelê Ezidî ya bi PKK’ê re û wiha tê destnîşan kirin; “Em hêza PKK’ê  ji bo xwe hêza ku bûye çavkaniya ku îro em li ser van xakên xwe yê pîroz jiyan bikin. PKK ji bo me ne tevgereke ji rêzê ye. Ew ji me re bûye çavkanîya xwe naskirin, bûna xwedî vîn, hêz, rêxistin. Bêguman wê her dem jî wiha be.”

‘Ti hêz nikare PKK’ê ji gel qut bike’

TAJÊ’yê biryara Amerîka ya li dijî pêşengên PKK’ê jî wiha dinirxîne; “Tevgera PKK’ê tevgereke ku ji bo hemû hebûna gelan bûye çavkaniya jiyana azad, heman demê de bûye tirsa hêzên tarî yên ku jiyan li jina û hemû mirovahiye kiriye tarî. Em van daxuyaniyan şermezar dikin û ev jî êriş birina ser hemû mirovahî û jina ye. Em baş dizanin ku kî li hemberî civaka çi lîstoka dike çi plana lidar dixe. Ev jî plana qirêj ya herî dawiyê ye. Çewa ku me li hemberî hemû planên neyarên gelan li berxweda em ê li hemberî van planan jî derbikevin. Ti hêz nikare felsefa Rêber Apo ji PKK’ê qut bike, PKK’ê  jî ji gelan qut bike. Bi sekna jina û gelan wê ev êriş û planana têk biçe.”

Her dem rêxsitin û hêzên gelan ji hêla dewletên faşîst ve hedef hatiye girtin. Gelek caran bi navê ku PKK li qada Şengalê ye êrîş hate ser kirin û di vê mijarê de gefên dewleta Tirk hîn jî didome. Niha jî piştî vê daxuyani yê dewleta Tirk dide diyar kirin ku pêşengên PKK’ê  li Rojavayê Kurdistanê ne. Ev hemû li hemberî vîna gela ye. Armanc deskeftiyên gelê heremê hedef girtine. Ji ber ku gelekî ku xwe dî têkoşîn û deskeftî xistine dest ji bo hêzên faşîst metirsî ava dike. Em van hewldanên dewleta Tirk a ku ji bo êriş bibe ser civaka me ya Bakurê Sûriyê jî şermezar dikin û qebûl nakin.”

Banga ji bo civaka Êzidî

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)  bang li hemû civak û kesên demokrat  ên ku dibêjin ew her dem li ser esasê berjewendiyên gelan têkoşînê dikin kir û got;”Êdî dem dema wane ku erkên xwe pêk bînin û li hember van planên qirêj derbikevin. Cihê xwe li gel jin û civakan bigrin. Dîsa em taybetî bang li civaka xwe ya Ezidî dikin ku li kuder ê dibin bila bibin li hember van êrîşan bêdeng nemînin ji ber ku ev êrişana li ser me bi xwe ne. “