Latîfûllah Hekîmî ku di heman demê de rêveberê komîsyona ku berpirsê tesbîtkirina binpêkirinên di nav tevgera Talîban de ye jî, diyar kir ku ew dixwazin artêşek mezin ava bikin ku tê de efser û leşkerên rejîma kevin jî cihê xwe bigirin.
Li gorî nûçeya AFP’ê; Hekîmî her wiha gotiye ku wana niviya 81 helîkopter û balafirên ku Emerîkiyan û hevalbendiya wan di dema vekişînê de di Tebaxa 2021’an de terikandibûn û nedikarîn bikar bînin tamîr kirin.
Hekîmî anî ziman ku dema hatin ser desthilatdariyê di Tebaxa 2012’an de bi giştî dest danîne ser 300 hezar çekên sivik, 26 hezar çekên giran û 61 hezar wesayîtên leşkerî.
Dema Talîban hat ser desthilatdariyê efûya giştî îlan kir û soz da ku karmend û leşkerên hikûmeta berê zirarê nebînin. Tevî vê yekê, piraniya berpirsên payebilind ên hikûmetî û leşkerî di dema rûxana hikûmetê de bi zêdetirî 120,000 kesan re reviyan. Yên ku man ji tirsa tolhildanê tercîh kirin ku nenas bimînin.
Di raporeke Neteweyên Yekbûyî ya di dawiya Çile hat weşandin de Talîbanê bi kuştina zêdetirî 100 endamên hukûmeta berê û hêzên çekdar tawanbar kir.
Letîfûllah Hekîmî, anî ziman ku efûya giştî hat bicihanîn û got, “Eger efû nehatana ragihandin, emê rastî rewşeke dramatîk bihatana.” Hekîmî her wiha got: “Ew xwekujên ku berê xelk dikirin armanc (Talîban) ew in ku îro van kesan diparêzin.”
Hekîmî diyar kir ku xebatên perwerdeyê yên artêşa nû berdewam in û got, “Pîlotên (rejîma berê), pispor di nav wan de endezyar, personelên xizmetguzarî, lojîstîk û karmendên îdarî di sektora ewlehiyê de cih digirin.” Hekîmî anî ziman ku ew ê li gorî pêwîstiyên welat û berjewendiyên neteweyî artêşekê ava bikin û got, “Wê artêşeke mezin hebe.”
WÊ ÇAWA BÊ FÎNANSEKIRIN?
Hakîmî eşkere nekir ku wê artêşek wiha çawa were fînanse kirin. Niha sindoqên darayî yên welat vala ne. Beriya Talîbanê, ji sedî 80’ê bûdceya welat bi alîkariya navneteweyî dihat fînansekirin. Piştî ku Talîban hat ser desthilatdariyê alîkarî ji nişka ve hat rawestandin.