Talîbana ku li Efganistanê dest danî ser rêveberiyê, qedexeyek nû ya li ser jinan anî rojevê.
Bi biryarnameyeke ku ji aliyê Wezareta Aboriyê ya Talîbanê ve hat dayîn, jin di saziyên sivîl ên neteweyî û navneteweyî de karkirina wan hate qedexekirin.
Di meha Mijdarê de jî ketina park, baxçe, werzîşxane û hemamê li jinan hatibû qedexekirin.