Li gorî agahiyên ku AFP’ê ji şîrketên rêyên hewayî wergirtî, Talîbanê ferman da ku rêyên hewayî nehêlin ku jinek bêyî hevser an jî mêrekî ji malbata xwe li balafirê siwar bibe.
Şîrketên Ariana Afghan Airlines û Kam Airê piştrast kirin ku fermaneke bi vî rengî ji Talîbanê wergirtine.
Hate ragihandin ku biryara qedexekirinê di civînekê de ya navbera nûnerên Talîbanê, şîrketên rêyên hewayî û meqamên koçberan ên balafirgeha Kabîlê hatiye wergirtin.
Di nameya Ariana Afghan Airlinesê de ya ji personelên şîrketê re hate şandin, hate gotin, “Divê destûr ji jinan re neyê dayin ku bêyî xizmê xwe yê mêr ji bo rêwîtiya hundir û derve li balafirê siwar bibin.”
2 buroyên ger û geştê ji AFP’ê re piştrast kirin ku firotina bilêtan ji bo jinên ku dixwazin bi tenê rêwîtiyê bikin hatiye rawestandin.
Talîbanê dawiya meha Kanûnê her wiha qedexe kiribû ku jin bêyî xizmekî xwe yê mêr bi 72 kîlometreyan bi dûr ve neçe.
Biryara nû ya qedexeyê çend roj piştî wê biryarê hate dayin ku Talîbanê dibistanên asta duyemîn a ji bo zarokên keç girt.
QEDEXEYA PARKÊ
17’ê Adarê jî wezareteke têkildar ferman da ku li parkên gel cihên jin û mêran ji hev bêne cudakirin û ji bo her zayendê rojên serdanê diyar kir.
Rojên Çarşem, Pêncşem, În û Şemî ji bo mêran, rojên Yekşem, Duşem û Sêşem jî ji bo jinan hate diyarkirin.
POLÎTÎKAYÊN DIJMINÊ JINAN
Talîban ji Tebaxa 2021’ê û vir ve ku hate ser desthilatdariyê, polîtîkayên dijminê jinan bi lez xiste meriyêt. Jinên ku ji karên cemaweriyê hatin dûrxistin, her wiha şêweyê kincên li xwe dikin jî tê kontrolkirin. Li jinan hate qedexekirin ku li bajarên lê dimînin bi tena serê xwe nikaribin derkevin derve, herî dawî rêwîtiya bi tenê ya bi balafirê htae qedexekirin. Talîbanê her wiha gelek aktîvîstên jin ên ji bo mafên jinan çalakî kirin girtine.