Qûşxaneyên ji madeya sifir hatîn çêkirin di berê de li gundan di her malekî de xwarin têde hatiye çêkirin. Tama xwarina di qûşxaneyên sifir de bi tama xwe bi nav û denge. Niha ji li hinek mal û xwaringehan de qûşxaneyên sifir ji bo xweşkirina tama xwarinê bikartînin.


Piştî salên 1990’an û şûnde bi derketina cûrên cûda yên qûşxaneyan, li Başûrê Kurdistanê bi karanîna qûşxaneyên ji madeya sifir kêm bûn. Li kêm malan de ev cûre qûşxane tên dîtin. Lê cardin niha welatî hêdî hêdî li qûşxaneyên sifir di vegerin û bikartînin.

Welatiyê bi navê Newzad Hisên ev 20 salin li Silêmanî di dukana xwe de kelûpelên ji sifir çêbûne di firoşe. Newzad Hisên diyar kir ku destpêkê de wî tenê kelûpelên ji bo ciwankarî yên nava malê difirot. Lê wekî wî diyar kirî niha  bazarekî zêde li ser qûşxaneyên sifir heye.

Qûşxaneyên sifir giran bihane û xwedî taybetmendiyekî xwe yê cûdane. Di dukana Newzad Hisên de qûşxane hene bihayê wê digihe 500 hezar dînar.

Kiryarên van cûre qûşxaneyan diyar dikin ku xwarina di qûşxaneyên sifir de tama wê xweştire ji xwarina di qûşxaneyên ji cûrên din de. Yek ji kiryarên qûşxaneyên sifir Fehîme Abdullah e,  ji Rojnews’ê re qala taybetmendiyên qûşxaneyên sifir kir û got; “Xwarina ku di van qûşxaneyan de were çêkirin dem jêre pêwîste, heya xwarin têde digihe çêbe. Herwiha xwarina têde jî direng sar dibe, xwarina tê de were çêkirin jî tam û lezetekî xwe ya xweş û cûda heye.”

Fehîme diyar kir ku hîna tama xwarina dayîka wê ya di qûşxaneyên sifir de çêdikir ji bîra wê ne çûye, ji bo na wê ew jî dixwaze bi karanîna qûşxaneyên sifir xwarinek bi tam çêke. Fehîme got; “Dayîka min di berê de hertim di van qûşxaneyan de xwarin ji bo me û ji bo mewlîdan çêdikir.”

Li Silêmanî xwaringehekî heye hemû qûşxane û kefçiyên wê yên xwarinê ji sifir hatine çêkirin. Xwediyê xwaringehê Herêm Celal, têkildarî sedemê bikaranîna qûşxaneyên ji sifir wiha got; “Her ku tê xelkekî zêde berê xwe didin xwaringeha me. Ji ber ku xwarina me tam û lezetekî xwe ya cûda heye. Kesên tên xwaringehê dema dibînin em xwarina di qûşxaneyên sifir de didin wana gelek kêfa wan tên û dizanin ku ev xwarin bi tam û xweşe.”

Piraniya kelûpelên ji sifir hatîn çêkirin, ji Îranê ve tên Herêma Kurdistanê. Ji ber wê gelek welatî baweriya kêm bi van kelû pelan tê. Lê hinek kelûpelên kevin ên sifir di hinek malan de mane, xwedî dîrokekî kevnarene. Ev kelûpel xwedî giringiyekî xwey taybetin ji bo çêkirina xwarinê û welatî diyar dikin ku bi tendirustirin.

(şk)