Piştî ku li Herêma Kurdistanê çend baregehên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê bi biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate girtin, Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên eşkere kir ku wê serî li Dadgeha Federal a Iraqê bidin.
Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên bal kişand li ser hewldanên berê ji bo fermiyetê hatine kir û got; “Parêzerê me timî ji bo wergirtina fermiyetê ji Wezareta Hundîrin di nava tevgerê de bû. Em amade biçin li gel Wekîlê Wezarata Hundirîn rûnînin. Dosyayên ku me ji bo wergirtina fermiyetê dane bînin. Amadene ji bo wergirtina fermiyetê li Herêma Kurdistanê hewldanên xwe zêde bikin. Em niha rewşê dişopînin û em dixwazin biryara dawî ya aliyên peywendîdar bizanîn.”
Tara Hisên wiha domand; “Em dikarin serî li Dadgeha Federal a Iraqê û Komîsyona Bilind a Hilbijartina Iraqê bidin ku daxwaza wergirtina fermiyetê ji wir destpê dike. Me li wir kar ji bo wergirtina fermiyetê kiriye. Li Parlamentoya Iraqê hewldan hene ku vê mijarê bêxin rojeve civîna parlamentoyê. Ji bo ku li ser mijarê guftûgo bê kirin ku gelo hikûmeta Herêma Kurdistanê bawerî bi serweriya Iraqê heye yan ne.”
Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên diyar kir ku li gorî wan li dijî helwesta neteweyî û xeta têkoşîna azadî plan hene û wiha pêde çû; “Welatên bi hêz beşekin ji vî planî. Zexteke li ser xeta têkoşîna azadiyê. Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê hezî ku qet ne girêdayî ti welatên dagirkere. Ji bo mafên neteweyî yên gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ti caran tawîz nedaye. Sedemê astengkirina karê me, siyaseta ku weke Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê didîne meşandine.”
Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên herî dawî wiha got; “Hejmarek kesayet, parlamenter û dostên me yên di nava partiyên siyasî de, ji bo ku bi rêya diyalogê bigihîn çareseriyê bi aliyên peywendîdare di nava guftûgoyan de ne. Em hewl didin ku bi rêya dîplomasî çareser bikin.”