Hinekan bi hewldanên xwe, hinekan bi wesayitan, hinek jî bi zarokên di hembêza xwe de bi pîxwazî, di nava tozê de ji nav deverên mayinkirî ve derbas bûn û xwe gihandin korîdora ewle.

Heta ku çend kîlometre çargoşe di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ma, ew jî bi wan re bûn. Hinek bi zorê weke mertalên zindî, hinek jî bi xwesteka xwe mabûn. Di nava yên ji DAÎŞ’ê reviyan an jî hatin rizgarkirin de ew sivîl jî hene ku heta gundê dawî jî bi çeteyên DAÎŞ’ê re man. Ew bi xwe jî matmayî ne, yên wan dibînin jî matmayî ne.

KÎ NE EV SIVÎL?

Şervanên QSD, YPG û YPJ’ê dibêjin, li ber çavê wan ew sivîl in. Piraniya van sivîlên çend rojên dawî hatin jin û zarok in. Hîn der barê DAÎŞ’ê de gotineke ‘neyînî’ negotine, lê belê hem ew, hem jî zarokên wan birçî ne û ji hal ketine.

Şervaneke jin, radihêje zarokeke biçûk ku di nava tozê de maye. Zarokê biçûk zimanê xwe derxistiye, lê dinere, ew jî dikene. Şervanekî mêr hewl dide bi kevçî xwarinê bide zarokek li nava jinên çarşefkirî. Di nava van sivîlan de tenê rûyê zarokan tê dîtin. Jin ji serî heta piyê xwe bi çarşefa reş girtî ne.

Li wî alî, şervanekî QSD’ê zarokek xistiye hembêza xwe û tîne. Li gel wan jî jineke ku xuya ye dayika wî zarokî ye, dimeşe. Rûyê wê xuya nake. Di hembêza wê de jî zarokek heye. “Gelo vê jinê êşkence li jinan kiriye?”, “Gelo çima li vir e?”, “Çima reviya?”

“MUHACIR” Û “AVAM” ÊN DAÎŞ’Ê

Em li nêzî gundê Baxozê ne. Çol e. Sivîlên hatine rizgarkirin ji aliyê hêzên QSD û Koalîsyonê ve tên kontrolkirin. Dema ku ji wesayitê peya dibin, cudahiya kincên wan balê dikişîne. Kinc û pêlavên bi markayên xerîb balê dikişîne. Tê texmînkirin ku jinên bi van kinc û pêlavan hevjînên berpirsyarên DAÎŞ’ê ne. Di nava DAÎŞ’ê de gotinên “Muhacir” û “Avam” tên bikaranîn. Avam ji gelê herêmê ye û wezîfeya wan jî xizmeta ji Muhaciran re ye.

Jinên Reqayî beriya niha di dema rizgarkirina Reqayê de digotin, “Ji tirsa Muhaciran me nikarîbûn serê xwe bixuranda. Bi dehan jinên Êzidî ji bo xizmetê ji wan re bikin dihatin bikaranîn.”

Di nava sivîlên ji Baxozê reviyan de, jineke Fransî ya bi navê “Om Şehîd” heye. Naxwaze navê xwe yê rastî bêje: “Ez ê navê xwe nebêjim, ji xwe bawerim têm naskirin.”

Ev gotinên Om Şehîd nîşan dide ku li welatê ew welatîbûna wê ye, sûcdar tê dîtin. Ji çola Dêra Zorê derketiye. Yek ji gelek nakokiyên şerê Sûriyeyê ye ku heft sal in didome.

XETA ZIRAV

Jineke Iraqî tevî du keçên xwe nû gihîştiye vê derê. Dema ku qala sedema mayina xwe ya heta niha bi DAÎŞ’ê re dike dibêje, “Sê kurê min û hevserê min berî hefteyekê li Baxozê hatin kuştin.” Lê belê li ser rûyê wê xemgînî xuya nake. Keça malbateke din jî bi fîşeka DAÎŞ’ê hatiye kuştin û li wir hatiye veşartin. Yên ji bo şopandina koçberiyê hatine wê derê, di dema veşartina cenazeyê keçê de gelekî li ber dikevin. Lê malbata wê xemsar xuya dike. Bandora metirsîdar û giran a şer li vir bi her rengî xuya dike. Gelo her kes di nava şoqê de ye?

Di navbera sûcdar û mexdûrê şer de xeteke zirav heye. Ev xet di nava sivîlên ji DAÎŞ’ê reviyayî de winda dibe.