Wekîlê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir doza girtina HDP’ê wê ti encamê neyîne û siyaseta Kurd weke berê xurtir bibe.
Wekîlê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier diyar kir HDP rêya 3’yan e û got, ”Dixwazin partiyeke ku 12 ji 100’î yê dengan standiye li derveyî Meclîsê bihêlim lê dema ku em ne li Meclîsê bûn serbixwe em ketin hilbijartan û em ketine meclîsê. Ji vî alî ve ti problema me tine.”https://cdn.iframe.ly/Z6rnvEA
Têkilî doza girtinê ya HDP’ê Taşçier salên 90’î bi bîr xist û got, ”Salên 90’î partiyên me hatin girtin, mirov hatin kuştin, mirovên vê bêcihûwar kirin, li talana sirûştê dan lê têkoşîna Kurd bi paş ve neçû, zêdetir bi pêş ve çû. Girtina partiyan ti fêdeya xwe ji kesî re nîne lê diçûn û tên û dema ku ti çareyeke dî nabînin êrîşê tînin ser HDP’ê. Ev ji ber xitimandina polîtîkaya Kurdî ye. Bi polîtîkayên şowenî li ser Kurdan siyasetê dikin. Heta ku pirsa Kurdî çareser nebe ev ê bidome. Niha jî vê dikin. Kes nikare girsey HDP’ê li derveyî siyasetê bihêle, ew jî bi vê dizanin lê dixwazin krîmînalîze bikin.”
Taşçier hilbijartina serokkomariyê û wekîltiyê bi bîr xist û got, ”Dixwazin HDP’ê li derveyî siyasetê bihêlin.”
Taşçier bi berdewamî diyar kir HDP ‘rêya sêyan e”, bi bîr xist ku HDP 12 ji 100’î yê dengan standiye û got, ”Dixwazin partiyeke ku 12 ji 100’î yê dengan standiye li derveyî Meclîsê bihêlin lê dema ku em ne li meclîsê bûn em serbixwe ketin hilbijartinê û ketin Meclîsê. Ji alî me ve ti problem tine. HDP bi tifaqên cihê dikare bikeve hilbijartinê, serbixwe jî dikare, bi rengê partiyê jî. Armanc ew e ku gel çavtirsandî bikin. Ji van weey ku bi girtina HDP’ê wê girseya me bişemiye ser devereke dî. Em HDP tişta hewce em ê bikin, em nadin pey partiyeke dî. HDP êdî diyarker e, di hilbijartina Stenbolê de me ev dît. Bi siyaseteke rast em ê daxwaza gelê Kurd bi rengekî herî serkeftî bi cih bînin.”
Taşçier herî dawî got, ”Salên 90’î li gel bombekirin, kuştina nûçegihan, siyasetmedaran jî gel zêdetir li partiya xwe xwedî derkeet. Ev ê AKP’ê û MHP’ê ku li Kurdistanê, li bajarên Kurdan biqedîne, AKP wê li Kurdistanê biqede. Gelê me wê helwesta hewce nîşan bide.”