Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr got, hin jê ji Beyannameya Jinan a HDP’ê tirsiyane û got, ”Divê bitirsin, ji ber ku jin wê têkoşîna xwe bi vê desthilata zilamserwer re bidomînin.”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, li Navenad Giştî ya Partiyê daxuyaniyeke çapameniyê da.

‘TECRÎD RENGÊ RÊVEBERIYÊ YÊ AKP’Ê YE’

Taşdemîr bal kişande ser grevên birçîbûnê, got di serî de ya Leyla Guven li ser jiyana hemû çalakgerên grevên rîsk heye, çalakger ên greva birçîbûnê li dijî polîtîkayên neçarseriyê li ber xwe didin û got, ”Tecrîda li Imraliyê ya herî berbiçav e. Hewldan ew e ku sîstema li wir li hemû welêt bikin. Tecrîdê li ser fikir û jiyanê datînin. Ev rengê rêveberiyê yê AKP’ê ye.

LEYLA QÊRÎNA JIYANÊ YE

Taşdemîr got, ”Em hevrêyên Leyla Guven, ji bo ku em ji tarîtî û zextê re bibêjin, ‘na’ li qadan in”. Taşdemîr diyar kir dema ku li Imraliyê kilîda li ser ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê rakirin, şer radiweste, çareseriya pirsa Kurd a bi rengê demokratîk pêkan dibe û got, ”Qêrîna Leyla qêrîna jiyanê ye, ji bo aştî û çareseriyê ye. ”

TECRÎDA LI IMRALIYÊ EV 20 SAL IN DIDOME

Taşdemîr bal kişande ser tecrîda li ser Ocalan, bi bîr xist ku tecrîd ev 20 sal in diome û ti bingehî hiqûqê yê tecrîdê tine û domand, ”Ji 5’ê Nîsanê ve ev tecrîd bûye tecrîdeke mitleq. Desthilatdariyeke wiha heye ku  guh nade hiqûqa xwe û sûc dike.”

Taşdemîr her wiha got daxwaza Leyla Guven daxwaza bi milyonan mirov e.

BÛYE POLÎTÎKAYA SEREKE YA FAŞÎZMÊ

Li ser astengiyên hêzên çekdar ên Tirk ên li dijî meşa HDP’yiyan ên li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê jî Taşdemîr bi bîr xist ku meşa wan bi kêfî hatiye astengkirin, Wezîrê Karê  Derve yê Tirk parlamenterên wan kirine hedef, tundî li ser wan hatiye kirin û got, ”Vê meşê nîşan da bê ka ev welat çawa tê rêvebirin, wêneyê wê nîşan da ku faşîzm bûye polîtîkaya sereke ya vî welatî.”

JI REWŞEKE NEYÊNÎ WÊ BERPIRS BIN

Taşdemîr her wiha bi bîr xist bê ka çapmeniya şerê taybet a Tirk çawa wekîla wan Salih Aydenîz kiriye hedef û got, ”Li dijî vê kampanyaya lîncê ya ku Wezîrê Navxwe li dijî partiya me daye destpêkirin, ji rewşeke neyênî wê berpirs in.”

‘EM KÊFXWEŞ IN KU BEYANNAMEYA JINAN HIN DERDOR ACIZ KIRINE’

Taşdemîr diyar kir, piştî ku wan 10’ê Sibatê Beyannameya Jinan ragihandine û gotine, ”Em jin em ê şaredariyan jî û xwe jî rê ve bibin, demokrasiya xwecih bi jinan re ava bikin” hin derdora ji vê aciz bûne û got, ”Em pê kêfxweş in ku me hin derdor aciz kirine. Em ê wan aciz bikin jî.”

Taşdemîr got, ”Em dizanin ku ji temsîla wekhev, ji hevseroktî, têkoşîna jinan pir ditirsin. Ji bo Vê bêperwa êrîşê tînin. Ên ku mîmarê polîtîkayên dijminatiya jinan dikin nikarin tiştekî ji me re bibêjin. Ne hedê kesî ye ku bi aqilê ”Anadoludan Goronum’ dev bavêjin têkoşîna jinan.”

Taşdemîr wiha domand: ”Em jin careke dî diyar dikin, em rajêrî faşîzmê nabin. Divê bitirsin, bila bitirsin ji ber ku jin li dijî vê desthilata zilamserwer wê têbikoşin.”

LI AGIRÎ TÊK ÇÛN

Taşdemîr herî dawî got, ji dema starta hilbijartin3e dane, AKP li ser partiya wan polîtîkaya rehîngirtinê dike, bi bîr xist ku namzeta wan a hevşaredariyê ya Agiriyê Yelîz Karaaslan hatiye girtin û got, ”Gelê Agirî wê li dijî van polîtîkayên we yên zilmê li cem vîna xwe be. Em dizanin ku lîstikên gemarî dikin, hesabên tenik dikin. Herî dawî ji bo AKP bi ser bikeve li Agirî namzetê MHP’ê hate vekişandin, namzeta me ya hevşardariyê hate girtin, di şevekê de 55 hevalên me hatin destgîrkirin. Ev tê vê maneyê: hûn li Agiriyê têk çûne.”