Yek ji rojnameyên rojane yên li Elmanyayê TAZ’ê cihekî berfireh da greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku ji alilyê 14 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ve tê meşandin.

Greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, di çapemeniya Ewropayê de cih digire.

Yek ji rojnameyên rojane yên Elmanyayê “Tageszeitung” (TAZ) bi nûçe-analîzekê cih da çalakiyê. Di gotarê de ku ji aliyê nûçegihanê rojnameyê Christian Jakob ve hate nirxandin, işaret bi rewşa tenduristiyê ya çalakgeran û daxwazên wan tê kirin.

Jakob ku ji bo gotarê çû Strasboûrgê, hevpeyvîna bi Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç re kir, ji xwendevanên xwe re ragihand. Di gotarê de têkoşîna Koç, bi taybetî têkoşîna li dijî siyaseta krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê, hate bibîrxistin. Jakob diyar kir, ji ber ku rewşa tenduristiyê ya Koç nebaş bûye, tenê nîv saetê karîbû pê re biaxive.

Di gotarê de cih da van gotinên Koç: “Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan me li hemû welat û bajarên Ewropayê xwepêşandan pêk anîn, stantên agahdarkirinê danîn. Bi rayedarên Konseya Ewropayê û nûnerên partiyên siyasî re rûniştin. Bi kurtasî me serî li her rê û rêbazên demokratîk dan, lê belê kir nekir tecrîd bi dawî nebû. Em jî neçar man ku dest bi çalakiyeke bi vî rengî bikin.

Bi vê çalakiyê re em naxwazin bimirin, berevajî vê yekê em dixwazin bi rêya vê çalakiyê pêşî li mirina mirovên din bigirin. Çalakiya greva birçîbûnê xwe-kuştin nîne, greva birçîbûnê rêbazeke berxwedanê ye. Elmanya di vê mijarê de dikare gelek tiştan bike. Lê belê çekan difiroşe Erdogan, PKK’ê qedexe dike, Kurdan jî krîmînalîze dike. Berî ku mirov di vê çalakiyê de jiyana xwe ji dest bidin, divê Elmanya bi roleke baş rabe.”

Rojnameyê di dewama nûçeya xwe de cih da gotinên yek ji komîteya amadekar a greva birçîbûnê Sehat Agirî. Li gorî vê yekê Agirî got, “Çalakgeran bi hev re ev biryar dan, lê belê kî bixwaze dikare dest ji çalakiyê berde. Ev çalakî bi îradeya azad a wan ve girêdayî ye.”