Rêxistinên ciwanên Kurd ên li Ewropayê TCŞ û TÊKO-JIN bi şiyara “Bi hev re serhildan” dest bi pêngaveke nû kirin.

Di demekê de ku li Kurdistanê û tevahiya cîhanê êrişên faşîzmê zêde bûne, rêxistinên ciwanên Kurd ên li Ewropayê, Tevgera Ciwanan a Şoreşger (TCŞ) û Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) dest bi pêngaveke nû ya çalakiyan kirin.

Pêngavê bi şiyara “Bi hev re serhildan” dest pê kir û bang li ciwanên Kurdistanî û antî-faşîst ên li Ewropayê hate kirin.

Di daxuyaniya têkildarî mijarê de hate gotin, “Polîtîkayên qirker, asîmîlasyonê û mêtinger ên dewleta Tirk a faşîst û qirker ên li ser Kurdistanê bi rengekî barbarî didomin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst dixwaze bi mêtingeriya xwe ya li Kurdistanê qirkirinê kûr bike û temenê desthilatdariya xwe dirêj bike. Dewleta Tirk bi rengekî li derveyî mirovahiyê êrişê dibe ser destketî, civak û nirxên li Kurdistanê hemûyan û dixwaze çand, nasmame û dîroka Kurd û Kurdistanê tune bike. Her ku gelê Kurd xewn û xeyala xwe ya ji bo jiyana azad û alternatîf pêk tînin, hêzên emperyalîst kapîtalîst ji vê yekê aciz dibin.

Rejîma Erdogan a faşîst ti pîvanên hiqûqî û exlaqî yên navneteweyî nas nake. Destavêtin, êşkence, kuştin, xerakirina şehîdgehan li gelê me rewa dibîne. Li gorî xeyalên ‘Osmaniya nû’ cihê Kurdan, cihê Kurdîtiyê li Mezopotamya û dinyayê nîne. Yekîtiya Ewropa jî li pêşberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê me bi helwesteke nedîtin û nebihîstinê tevdigere.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku asîmîlasyon û şer rûyê rast ê faşîzmê ye û hate gotin, “Faşîzma netewe dewletê di zextên mîlîtarîst û tundiya polîsan de ya li ser civakê tê dîtin. Berxwedan û serhildana li bajarên Kurdistanê, li Ewropa û Emerîkayê nîşan dide ku zindîbûn û sekna ciwanan ti carî winda nabe. Ciwan bi taybetî jî jin ên ciwan wê welatê xwe ji mêtingeran, ji faşîstan û kapîtalîstan re nehêlin. Girîng e ku em hêza xwe bibînin û li dijî dagirkeriya li ser xaka xwe bi hev re li ber xwe bidin. Ciwan hêza berxwedanê ne; divê em bi hev re rabin ser piyan û li dijî faşîzmê, kapîtalîzmê û baviksalariyê têbikoşin.

Mirovên ku newêrin xeyalê bikin, hêza xwe ya şer û têkoşînê jî nîne.

Em careke din dixwazin destnîşan bikin ku têkoşîna bi hev re ya ji bo cîhaneke azad çiqasî bi wate ye. Em bang li ciwanan û jin ên ciwan dikin; bi ruyê şoreşên Spanya, Nîkaragûa û Rojava rabin ser piyan, têbikoşin û em bi hev re cîhaneke azad ava bikin. Werin; em ne tenê xeyalan ava bikin, her wiha xeyalên xwe pêk bînin û biparêzin.

Bi vê wesîleyê em radigihînin ku li dijî faşîzm, mêtingerî û kapîtalîzmê dest bi pêngava ‘Bi hev re serhildan’ dikin.”

Di daxuyaniyê de ji bo tevlîbûna li pêngavê bang hate kirin û hate gotin, “Roj ew roj e ku bi pêngava ‘Bi hev re serhildan’ faşîzmê hilweşînin û cîhaneke azad biafirînin. Em bi pêngava ‘Bi hev re serhildan’ tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê têk bibin û Kurdistanê azad bikin.”