Li bajarên Aûrîch û Freîbûrgê yên Elmanyayê, ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meş hatin lidarxistin.
Li bajarê Aûrîch ê Elmanyayê, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşekê hate şermezarkirin û pêngava KCK’ê hate silavkirin ku bi dirûşma ‘Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye’ dest pê kiriye.
Meşê ji ber Sparkassenarenayê dest pê kir ku li Markplatzê bi dawî bû. Di çalakiyê de dirûşma “Bijî Serok Apo” hate qîrîn û ji bo meşa hefteya bê jî banga tevlîbûnê hate kirin.
FREÎBÛRG
Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Di meşê de ku ji Alte Synagoge Platzê dest pê kir tim û tim dirûşm hatin qîrîn.