Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Barcelonayê li ber Konsolosxaneya Tirk hate şermezarkirin.
Li ser banga Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) komek ji aktîvîstên ji rêxistinên cuda yên li bajarê Barcelona yê Spanyayê, doh li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan.
Çalakgeran tecrîdkirina Ocalan şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana grevên birçîbûnê û rojiya mirinê.
Di çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok hatin belavkirin.