Li bajarên Stûttgart, Mannheîm û Dortmûndê yên Elmanyayê û li bajarê Bordeaûx ê Fransayê, bi çalakiyan daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN li bajarên Stûttgart, Mannheîm, Dortmûnd û Bordeaûxê daketin qadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgartê yê Elmanyayê, atkîvîstên TCŞ û TÊKO-JIN li hev kom bûn û çalakiyeke bêîteatiya sivîl li dar xistin.
Ciwanan xwestin dawî li tecrîda 22 salan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û Ocalan azad bibe. Ciwanan diyar kirin ku ji bo vê armancê wê çalakiyên xwe dewam bikin.
Ciwanan rêya li Olgastrasseyê li trafîkê girtin û ala PKK’ê, wêneyên Ocalan hildan û bal kişandin ser mijarê.
Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” û “Bi hev re serhildan” hatin qîrîn.
MANNHEÎM
Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî bi pêşengiya ciwanan, Kurdistanî û dostên wan daketin qadan û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Bi navê TCŞ’ê daxuyaniyek li qada mîtîngê hate dayin û hate ragihandin ku armanca wan a yekane azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ji bo vê armancê jî wê bênavber têbikoşin.
Di çalakiyê de gelek belavok jî hatin belavkirin û bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Terorîst Erdogan” çalakî qediya.
DORTMÛND
Bi pêşengiya ciwanan li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê jî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hate lidarxistin.
Di çalakiyê de raya giştî ya Elman têkildarî mijarê hate agahdarkirin.
Nêzî 200 kes tevlî mîtîngê bûn û dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Es lebe Ocalan” qîriyan.
BORDEAÛX
Tecrîda li ser Rêbreê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Bordeaûx ê Fransayê hate şermezarkirin.
Ciwan li Place de la Vîctoîre li hev kom bûn û çalkaiya rûniştinê pêk anîn.
Di dema çalakiyê de li ser polîtîkayên qirêj ên dewleta Tirk a faşîst û têkildarî tecrîdê belavok hatin belavkirin.
